Qaymeqamekî nû ji bo Efrînê hat destnîşankirin!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şara qaymeqamek ji bo bajarê Efrînê yê Rojava destnîşan kiriye. Hat zanîn ku qeymeqamê navçeyê Kurdê bi navê Mesûd Betal e.
Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSê li Efrînê Ehmed Hesen ragihand ku Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ehmed Şara Kurdekî bi navê Mesûd Betal weke qeymeqamê Efrînê destnîşan kir.
Ehmed Hesen di daxuyaniya xwe de got, qeymeqamê nû yê ku bi eslê xwe Qamişlo ye, bi Kurdî baş diaxive.
Eniya Kurdistana Sûriyê di 11ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê ev tayînkirina Efrînê rexne kir û got, "Ev pêngaveke şaş e û li dijî prensîba nenavendîbûna rêveberiya herêmî ye."
Ehmed Hesen amaje bi wê yekê jî kir, ku tevî guhertina rêveberiyê jî, li Efrînê talan, dizî û binpêkirinên mafên mirovan berdewam in û heta niha zêde bûne.
Ehmed Hesen got, "Niha hem polîsên xwecihî yên ji aliyê Şamê ve hatine wezîfedarkirin û hem jî polîsên leşkerî yên ku ji aliyê komên din ve li Efrînê hatine avakirin, hene û her du alî jî li bajêr xwedî desthilatdariyeke wekhev in." Wî herwiha got ku piraniya komên çekdar hatine derxistin lê hîn jî li navçeyên Raco, Şîa û gundên Bilbilê hene.





