Civata Wezîran: Herêma Kurdistanê ji bo hinartina petrolê amade ye

PeyamaKurd – Civata Wezîran ragihand ku Herêma Kurdistanê erkên xwe ji bo hinardekirina petrolê bi cih aniye û tu astengî nîne.
Di civîna duh, 30.04.2025an de, bi serokatiya Mesrûr Barzanî û amadebûna Qubad Talebanî, biryar hat dayîn ku komîteyeke pispor ji bo hêsankirina karûbarên teqawidbûnê were avakirin.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed Salih got, li gorî Qanûna Budceya Federal û danûstandinên bi Iraqê û kompanyayên petrolê re, herêm amade ye petrolê hinarde bike.
Umîd Sebah û Amanc Rehîm diyar kir ku di danûstandinan de pêşkeftin heye û hewldan didomin.
Civata Wezîran daxwaz kir ku wezaret, kompanyayên petrolê û SOMO zû rêkeftinê çêkin da ku hinardekirin dest pê bike. Ji bo rêxistinkirina teqawidbûnê li gorî Qanûna 2014an, Wezaretên Darayî, Pêşmerge û Navxweyî hatin erkdarkirin ku lijneyeke hevbeş ava bikin.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.





