Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriyê didin mafên karkeran û şertên kar ên adil

Nêçîrvan Barzanî: Em piştgiriyê didin mafên karkeran û şertên kar ên adil

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani bi boneya 1ê Gulanê, Roja Karkerên Cîhanî, peyameke pîrozbahiyê weşand û piştgiriya xwe ji maf û daxwazên rewa yên karkeran re ragihand.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de spasiya karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir, ked û beşdariyên wan ên di avakirin û pêşkeftina welat de bilind nirxand. Wî her wiha girîngiya afirandina şertên kar ên adil destnîşan kir û got,

“Em ê li Herêma Kurdistanê parastina mafên karkeran bidomînin, têkiliyên di navbera karker û kardêran de li ser bingeha dadperweriyê saz bikin, ewlehiya kar misoger bikin û pergalekê ava bikin ku rûmeta karkeran diparêze.”

Di peyamê de, wî karkerên ku di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr anîn, sersaxî ji malbatên wan re şand û bang li saziyên têkildar kir ku piştgiriyê bidin van malbatan.

Di dawiyê de, Nêçîrvan Barzanî ji bo hemû karkeran jiyaneke ewle, aram û serkeftin di têkoşîna wan de hêvî kir.

 

Ev nivîs 47 car hatiye xwendin.