Li DYAyê mala Parêzgarê Pennsylvanyayê Shapiro şewitî

PeyamaKurd – Mala Parêzgarê Demokrat Josh Shapiro li eyaleta Pennsylvania ya Amerîkayê hat şewitandin. Polîsê Eyaleta Pensîlvanyayê di daxuyaniyekê de ragihand ku îşaretên bi hêz hene ku bûyer şewat e û lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.
Li gorî daxuyaniyê, ekîbên agirkujiyê danê sibehê saet derdora 02.00an de midaxaleyî şewata ku li Harrisburga paytexta eyaletê di malekê de derket kirin. Şewat bi lez hat kontrolkirin û hat vemirandin, lê avahî xisareke mezin dît.
Hat destnîşankirin ku Parêzgar Şapîro û malbata wî di dema bûyerê de di malê da bûn, lê ji ber şewatê zerarên madî derneketine.
Polîsê eyaletê tekez kir ku ew bi hevkarî ligel dezgehên cuda ji bo rûbirûbûna bûyerê kar dikin û ragihand ku wê 10 hezar dolar xelat ji bo zanyariyên ku nasnameya kesê şewtandiye were dayîn.
Parêzgar Şapîro jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û kêfxweşiya xwe ya mezin nîşan da ku ti kes birîndar nebûye û spasiya tîmên agirkujî û ewlehiyê yên li hemberî şewatê kirine.





