PDK û YNK nêzî avakirina hikûmetê bûn: Pêşketinên baş hene

PeyamaKurd - Şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di civîna xwe ya li ser avakirina hikûmeta nû de pêşketinên erênî bi dest xistin.
Şandên PDK û YNKê îro, 15ê Nîsanê, li Hewlêrê li hev civiyan û pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Her du aliyan di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, "Civîn di atmosfereke dostane û erênî de derbas bû û gavên avakirina kabîneya nû hatin gotûbêjkirin."
Li gorî daxuyaniya hevbeş, danûstandinên di navbera YNK û PDKê de derbarê avakirina Kabîneya Dehem de bi pêşketinên erênî û baş encam bûn. Civînên berdewamiyê dê di rojên pêş de bên lidarxistin.
Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024an de pêk hatin, ku tê de PDKê 39 kursî û YNKê 23 kursî bi dest xistin.
Kabîneya Nehem ji 18 wezaretan û sê wezîrên herêmî pêk tê. Posta Serokwezîr ji PDKê, Cîgirê Serokwezîr ji YNKê, 9 wezaret ji PDKê, 5 wezaret ji YNKê û 4 wezaret jî ji Tevgera Gorranê re hatibûn veqetandin.
Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.




