Hakan Fîdan: Em li bendê ne ku PKK guh bide banga bidawîkirinê

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan got, "PYDê bi Sûriyê re lihevkirinek çêkir. Em cîbicîkirina wê rêkeftinê dişopînin. Em ê ji nêzîk ve çavdêriya cîbicîkirina wê bikin. Em li bendê ne ku PKK guh bide bangewaziya bidawîkirinê."
Li gor nûçeya rojnameya Tirkiyeyê Wezîra Karên Derve Fîdan li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi parlementerên AK Partiyê yên Herêma Rojhilat, Başûrrojhilat û Deryaya Reş re hat bal hev û bersiva pirsan da.
Li ser rewşa dawî ya têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê Fîdan got ku pêkhateya civakî ya Ewropayê naxwaze bi welatekî wekî Tirkiyeyê re bibe yek.
"Di têkiliyan de îhtîmala konjonktureke nû heye"
Fîdan got, "Dewlet û partî li ser ketina Tirkiyeyê ya YEyê erênîtir in, lê ji ber polîtîkayên populîst ji tirsa dengan tiştên ku kêfa wan tê dikin. Ji ber vê yekê hemaset bi ser dikeve. Ger DYA ji NATOyê derkeve, îhtîmal heye ku di têkiliyan de konjonktureke nû derkeve holê."
"Welatên herêmê wê hewl bidin ku siyaseta Amerîka li hember Îsraîlê biguherînin"
Fîdan, plana valakirina Xezzeyê ya Serokê DYAyê Donald Trûmp nirxand û got, "Me bi welatên Ereban re hevdîtin kir. Pirsgirêka herî mezin ew e ku welatekî hêza nukleerî ya weke DYA li pişt Îsraîlê ye. Welatên herêmê wê hewl bidin ku DYA polîtîkaya xwe ya li hemberî Îsraîlê biguherîne. Stratejiya Îsraîlê bombekirin, birçîkirin û koçberkirina mirovan e. Pêwîst e DYA li vir qanî bibe."
"Divê Îsraîl jî li vê mekanîzmayê were zêdekirin"
Fîdan, bal kişand ser îhtimala rûbirûbûna balefirên Tirk û Îsraîlê yên li Sûriyeyê û got, "Hem balefirên me û hem jî balafirên Îsraîlî diçin wê derê. Berê jî bi DYA û Rûsyayê re mekanîzmayên hevdu nelirêtiyê ava kiribûn. Pêwîst e Îsraîl jî li vê mekanîzmayê were zêdekirin. Ji bo misogerkirina vê yekê normal e ku têkiliyên teknîkî hebin."
Fîdan bal kişand ku geşedanên li Rojava û biryara hilweşandina PKKê ji nêz ve dişopînin û got, "PYDê bi Sûriyeyê re lihevkirinek çêkir. Em pêkanîna wê peymanê dişopînin. Em ê ji nêz ve çavdêriya pêkanîna wê bikin. Em li bendê ne ku PKK guh bide banga hilweşandinê."
Wezîr Fîdan diyar kir ku ew li bendê ne ku pirsgirêkên di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de bên çareserkirin û peymana aştiyê bê îmzekirin û di dawiya hemû pêvajoyan de xebatên korîdora veguhaztinê û bazirganiyê pêk bên. Wî herwiha got, Ukrayna di şerê Rûsya û Ukrayna de bêhtir nêzîkî aştiyê ye.





