Îran: "Bi Amerîkayê re tenê mijarên nukleerî û cezayan tên gotûbêjkirin"

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Îranê ragihand, di danûstandinên nerasterast ên ligel Amerîkayê de tenê mijarên nukleerê û ceza hatin gotûbêjkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve Îsmaîl Bakayî têkildarî muzakereyên nerasterast ên bi DYAyê re daxuyanî da.
Bakayî diyar kir ku bi DYAyê re tenê li ser mijara nukleerî û di berdêla wê de rakirina cezayan gotûbêj kirine û wiha got: "Di vê çarçoveyê de me bi DYAyê re muzakereyên nerasterast qebûl kir. Pirsgirêkên herêmî û mijarên wekî bernameya fuzeyê ku li derveyî muzakereyên nukleerî ne, ne mijara gotinê ye."
Bakayî li ser îdiaya ku bi DYAyê re rasterast muzakere hatine kirin red kir û got, "Mijareke bi vî rengî qet nehatiye rojevê. Daxuyaniyên çapemeniyê û axaftinên aliyên din ên ku car caran daxuyaniyên nakok di nav xwe de dihewîne, eleqedar nakim. Nêzîkatiya ku em xwe dispêrinê û pê girêdayî ne tenê li ser bernameya nukleerî û rakirina cezayan, li gorî talîmatên Wezareta Karên Derve ye.”
Bakayî destnîşan kir ku ji bo Îranê ya girîng ew e ku muzakere bi bandor bin û wiha got: "Me berê jî gotibû. Di rewşeke ku tehdîd, zext û tehdîd lê hebe de muzakereyên rasterast encam nadin. Li vir perspektîfeke îdeolojîk tune ye, mesele ew e ku hevdîtineke bi vî rengî bi kêr nayê. Di rewşa heyî û di çarçoveya rayeya Wezareta Karên Derva de ji bilî rojeva muzakereyên rasterast tu bijardeyeke din tune ye."
Bakayî derbarê ku gera nû ya danûstandinan wê li ku were kirin jî daxuyanî da.
Gotûbêj li Umanê yan jî li cihekî din wê bên kirin, hîna di bin nirxandinê de ye. Lê belê Uman wê rola navbeynkariyê bidomîne. Li ku derê hevdîtin çêbibin, amadekariyên wekî cihgirtina heyetan û awayê ragihandina peyaman wê hîn jî erka Umanê be."





