Hejmara leşkerên ji ber gaza metanê can dane gihîşt 8an

Hejmara leşkerên ji ber gaza metanê can dane gihîşt 8an

PeyamaKurd – Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku hejmara leşkerên ku ji ber gaza metanê di şikeftekê de di dema lêgerîn û pişkinînê de can dane gihîştiye 8an.

Di daxuyaniyekê de ku MSB roja Duşemê, 7ê Tîrmehê (îro) da, hat ragihandin ku 19 personelên leşkerî yên ku di şikeftekê de li herêma Operasyona Pençe-Kilitê, ku berê wekî nexweşxane dihat zanîn, çalakiyên lêgerînê dikirin, rastî gaza metanê hatine.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Di 6ê Tîrmeha 2025an de, di dema çalakiya lêgerîn û pişkinînê de ku li şikeftekê ku ji hêla endamên rêxistina terorîst a cudaxwaz ve li Bilindahiya Girê 852 li herêma Operasyona Pençe-Kilitê dihat bikaranîn, 3 hevalên şer ên qehreman ên ku ji ber gaza metanê bandor bûne şehîd bûn û hejmara personelên şehîd gihîştiye 8an."

Ev nivîs 138 car hatiye xwendin.