Îranê li ser gotûbêjên atomî yên li gel Amerîkayê: Zehmet bûn lê bi feyde bûn

PeyamaKurd – Tûra çaremîn a gotûbêjên atomî di navbera Îran û Amerîkayê de li paytexta Umanê, hat lidarxistin û bi dawî bû.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Îranê Îsmaîl Beqaî ragihand ku danûstandin “dijwar, lê di heman demê de sûdmend” bûn.
Beqaî di daxuyaniya xwe ya li ser platforma Xê de got,
“Ev gotûbêj rê li ber têgihiştineke baştir a pozîsyonên hev vekir û ji bo çareserkirina mijaran, rêyên maqûl û rasteqîn nîşan da.”
Civîn, ku berê ji bo 3yê vê mehê hatibû plankirin, ji ber pirsgirêkeke lojistîkî hatibû paşxistin.
Berpirsên Umanê diyar kirin ku cih û dema tûra din a gotûbêjan dê di demek nêzîk de bê eşkerekirin.
Ev danûstandin di demeke hesas de pêk hatin. Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) di destpêka vê mehê de ragihand ku ûranyuma dewlemendkirî ya di bernameya atomî ya Îranê de gihîştiye asta %60.
Pispor hişyarî didin ku ev rêje tenê 30% ji asta 90% kêm e, ku ji bo çêkirina çekên atomî pêwîst e, û gihîştina vê rêjeyê dibe ku demeke kurt bixwaze.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.




