KDC: Birrîna mûçeyên Kurdistanê, qirkirina aborî ye

KDC: Birrîna mûçeyên Kurdistanê, qirkirina aborî ye

PeyamaKurd – Konfederasyona Dîasporaya Kurdistanê îro, 2yê Hezîrana 2025an, li ser birrîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ya ji aliyê hikûmeta Iraqê ve beyannameyek belav kir û ev biryar wekî “qirkirina aborî” ya li dijî gelê Kurd bi nav kir.

Konfederasyonê ev yek wekî binpêkirina eşkere ya mafên destûrî, Destûra Iraqê, Peymana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û peymanên navneteweyî binav kir.

Di beyannameyê de hat ragihandin ku rawestandina mûçeyan, ku nêzî 70% ji malbatên Kurdistanê bi wan debara xwe dikin, krîzeke aborî ya kûr derxistiye holê.

Li gorî çavkaniyan, ev biryar bûye sedema zêdebûna deynên kesane bi 40% û kêmbûna çalakiya bazarê di navbera 30-50% de di sala 2024an de, ku bandoreke neyînî li karsaziyên piçûk û tevlîheviyên civakî kiriye.

Konfederasyonê hikûmeta Iraqê bi şovenîzmê tawanbar kir û daxwaz kir ku;

Hikûmeta Iraqê sozên xwe yên darayî bi cih bîne.

Civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û balyozxaneyên li Kurdistanê li dijî vê binpêkirinê helwêstê nîşan bidin.

Partiyên siyasî, rewşenbîr û akademîsyenên Kurd li hember vê yekê bêdeng nemînin.

Konfederasyonê tekez kir ku piştgiriya mafên gelê Kurd dike û çareseriya pirsgirêkan bi diyaloga aştiyane dixwaze. Her weha, ragihand ku mûçe mafekî bingehîn e û divê ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn.

 

 

 

Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.