Li Pakistanê piştî erdhejê 216 mehkûm reviyan

PeyamaKurd- Li bajarê Karaçî yê Pakistanê, piştî erdheja şeva borî, di dema valakirina girtîgehekê de ji ber panîk û alozîyê, 216 mehkûm reviyan. Rayedarên zîndanê ragihandin ku dema girtîgeha Malirê dihat tehliyekirin, di nav wê aloziyê de hejmarek mehkûman firar kir.
Her çendî hêzên ewlekariyê dest bi hewldanên girtina firariyan kiribin jî, heta niha 80 kes hatine girtin, lê zêdetirî 130 mehkûm hêj reviyayî ne.
Midûrê Girtîgehê Arshad Shah diyar kir ku mehkûm dema ji beşen 4emîn û 5emîn dihatin derxistin, reviyan. Shah anî ziman ku di dema bûyerê de zêdetirî 6 hezar girtî li derveyî qawîşên xwe bûn û 216 ji wan di nav vê kaosa ewlekariyê de firar kirine.
Di raporên polîsan de hatiye tomarkirin ku di dema bûyerê de 3 peywirdarên ewlehiyê û karkerekî zîndanê jî birîndar bûne û mehkûmek jî hatiye kuştin.
Ev nivîs 120 car hatiye xwendin.




