Iraq ji bo vegerandina iraqiyên Kampa Holê li Cenevre konferansekê li dar dixe

PeyamaKurd- Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî da xuyakirin ku Iraq dê li Cenevreyê konferansekê ji bo vegerandina iraqiyên li Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê li dar bixe.
Erecî îro 3yê Hezîranê li Bexdayê bi berpirsê demkî yê Balyozxaneya Amerîka yê Bexdayê Seteven Fagin re civiya.
Piştî civînê Ofîsa Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê ragihand, pêwendiyên dualî yên navbera Bexda û Washingtonê hatin nirxandin û ji bo bidestxistina ewlehî û aramiya herêm û cîhanê tekezî li girîngiya xurtkirina hevkariyê ya di navbera her du welatan de hat kirin.
Herwiha geşedanên dawî yên herêmî û navnetewî hatin gotûbêjkirin û her du aliyan piştgiriya xwe ji bo aramiya Sûriyeyê diyar kir.
Qasim Erecî daye zanîn, ji bo çareseriya nakokiyên herêmî û navneteweyî dîplomasî çareseriya herî baş e û bal kişandiye ser ku Iraq piştgiriyê dide rêkeftina di navbera Îran û Amerîkayê de.
Seteven Fagin jî pesna rola hikûmeta Iraqê da ku di çarserkirina qeyranên navxweyî û derve re da bi bandor e.
Erecî li ser dosyeya Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê ragihand ku hikûmeta Iraqê dê meha Îlonê bi armanca vegerandina malbatên iraqî ji kampê konferansekê li Cenevreyê li dar bixe.
Her du aliyan tekezî li ser çalakkirina peymana çarçoveya stratejîk ya di navbera Iraq û Amerîkayê de û piştgirîya veberhênana Iraqê kir.
Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.




