Li Cizîrê pevçûn: 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Cizîrê li taxa Kale li ser kolana Orhan Doğan di navbera du grûban de pevçûn derket û bi dar û keviran li hev xistin. Di encamê de 3 kes birîndar bûn.
Li ser bûyerê polîs çû ciyê bûyerê û bo kesên pevdiçûn ji hev veqetîne an wan belav bike, gaza Îsotê bikaranî. Lê pevçûn li ber derê nexweşxanê jî dewam kir.
Sedema pevçûnê nehat zanîn lê tîmên 112an yên tenduristiyê birîndaran bir nexweşxana dewletê ya Cizîrê.
Dema pevçûn li ber nexweşxanê jî dewam kir, camê nexweşxana dewletê zerarê dîtin.
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.




