Foza Yûsif: Wê HSD ne dûr bibe dendika Artêşa Sûriyê

Foza Yûsif: Wê HSD ne dûr bibe dendika Artêşa Sûriyê

PeyamaKurd- Endama desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li Rojavayê Kurdistanê Foza Yusif, derbarê hevdîtina 1ê Hezîranê ya şanda HSDê li Şamê daxuyanî dan.x

Foza Yûsif, li ser bicihanîna peymana 10ê Adarê ya di navbera Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî de û civîna 1ê Hezîranê ji televezyona El-Heses re axivî.

Yûsif got ku divê di siberojê de, rola HSDê di Sûriyê de hebe û ne dûr e ku bibe dendika Artêşa Sûriyê.

Yûsif li ser civîna 1ê Hezîranê ya Şamê diyar kir ku wan bi Şamê re mijara vegera koçberan a bi ewle bo deverên wan gotûbêj kiriye.

Herwiha da zanîn ku ew û Şamê gihîştine wê lihevkirinê ku divê pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin û ji bo vê jî wê komîte werin avakirin.

Foza Yûsif got, ew sûriyeke yekbûyî ku pirrengiyê û mafên pêkhateyan diparêze, dixwazin.

Ev nivîs 141 car hatiye xwendin.