Ji Mesrûr Barzanî peyama serxweşiyê bo wefata Qerenî Cemîl

Ji Mesrûr Barzanî peyama serxweşiyê bo wefata Qerenî Cemîl

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo koça dawî ya ya hunermendê şêwekar Qerenî Cemîl peyameke serxweşiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, hevxemiya xwe ji bo wefata Qerenî Cemîl anî ziman û got, “Windakirina hunermend Qerenî Cemîl ji bo hunera şêwekariyê zirareke mezin e.”

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de wiha got: "Ez bi germî serexweşiyê li binemal û kesûkar û hevalên hunermendê şêwekar ê navdar ê Kurdistanê Qerenî Cemîl dikim û ez hevparê xema wan im.

Seydayê Qerenî Cemîl şêwekarekî dahêner û xwedî ezmûn ê Kurdistanê bû. Windakirina wî ji bo hunera şêwekarî ya Kurdî zirareke mezin e. Xudayê mezin canê wî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide binemal, kesûkar, heval û nasên wî."

Ev nivîs 127 car hatiye xwendin.