Medyaya Sûriyê: Ehmed Şera wê serdana Amerîkayê bike

PeyamaKurd – Tê gotin ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera wê di meha Cotmehê de serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike.
Li gorî raporên medyaya Sûriyê, Serokkomarê Sûriyê Ehmed Şeraa wê di Cotmeha îsal de serdana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike.
Hat ragihandin ku Şera wê di serdana xwe ya bo Amerîkayê de beşdarî civîneke Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe û gotarekê pêşkêş bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê 13ê Gulana 2025an serdana Riyadê kir. Piştre çû Îmaratên Erebî yên Yekbûyî û Qeterê û gelek peyman bi her sê welatan re îmze kir.
Trump di çarçoveya serdana xwe de li Riyadê bi Ehmed Şera re civiya.





