Kremlînê bersiva îhtimala hevdîtina Trump-Pûtîn û Zelenskiy da

Kremlînê bersiva îhtimala hevdîtina Trump-Pûtîn û Zelenskiy da

PeyamaKurd- Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, li ser hevdîtinên dîplomatîk û îhtimala hevdîtina serokên Rûsya, Amerîka û Ukraynayê daxuyanî da. Peskov diyar kir ku Serok Pûtîn ji bo têkiliyên asta bilind, eger bi awayekî rast bêne amadekirin, amade ye.

Peskov tekez kir ku Rûsya dê pabendî lihevkirinên Stenbolê yên 2yê Hezîranê pêk hatine be, lê di heman demê de hişyarî da ku şaş e tavilê çareserî pêk were, lewra pirsgirêka heyî pir tevlîhev e.

Peskov, di derbarê momeranduma ji aliyê Moskowê ve ji Ukraynayê re hatibû pêşkêşkirin jî ragihand ku armanca wê tunekirina sedemên bingehîn ên pevçûnê ye û got, gelek xal û vebijarkên wê hene.

Berdevkê Kremlînê da zanîn, prosesa çareseriyê pir tevlihev e û bi gelek hûrguliyan ve girêdayî ye. Li ser pirsa hevdîtina Pûtîn û Trump, Peskov destnîşan kir ku hêj lihevkirinek ji bo axaftineke telefonê di navbera Serok Pûtîn û Serokê berê yê Amerîka Donald Trump de tune ye, lê eger pêwîst be, dikarin bilez li ser hevdîtineke wiha li hev bikin.

Berdevkê Kremlînê herwiha diyar kir ku ne mimkun e Pûtîn, Trump û Zelenskiy di demek nêzîk de rûbirû bicivin.

Ev nivîs 133 car hatiye xwendin.