Kesê ku karîkaturek li ser Pêxemberê Îslamê xêz kiribû hat desteserkirin

Kesê ku karîkaturek li ser Pêxemberê Îslamê xêz kiribû hat desteserkirin

PeyamaKurd – Karmendê kovarê ku karîkaturek li ser Pêxemberê Îslamê Hz. Muhammed xêz kiribû hat desteserkirin.

D.P., karmendê kovara Leman ku karîkaturek li ser Hz. Muhammed xêz kiribû, di operasyoneke tîmên Midûriyeta Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de li malê hat girtin û hat desteserkirin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser vê mijarê daxuyaniyek da û got, "Ez careke din wan kesên ku hewl didin bi xêzkirina karîkaturek ji Pêxember (S) fitneyê biçînin şermezar dikim. Kesê bi navê D.P. ku ev wêneyê nebaş çêkiriye hat girtin û desteserkirin. Ez careke din dubare dikim: Ev kesên bêşerm wê li ber qanûnê hesab bidin."

Ji aliyê din ve, Serdozgeriya Giştî ya Stenbolê biryar da ku hejmara têkildar a kovarê desteser bike û xebata pêwîst ji bo astengkirina gihîştina hesabên medyaya civakî hatiye destpêkirin.

Ev nivîs 62 car hatiye xwendin.