Li Brîtanyayê 262 mehkûm bi sasî hatin berdan

Li Brîtanyayê 262 mehkûm bi sasî hatin berdan

PeyamaKurd- Li Brîtanyayê, krîza girtîgehan derketiye holê û piştî berdana bi xeletî ya du girtiyan di nav hefteyekê de, eşkere bû ku di nava salekê de jî 262 girtî bi şaşî hatine berdan.

29ê Cotmehê û 5ê Mijdarê, girtiyê bi tawana destwerdana zayendî hatibû mehkûmkirin Brahim Kaddour-Cherif û girtiyê bi tawan şêlandinê hatibû girtin William Smith, bi şaşî hatin berdan.

Herwiha hate ragihandin ku girtiyê bi tawanên destwerdana zayendî Hadush Kebatu jî 24'ê Cotmehê bi xeletî hatiye berdan, lê ew piştî du rojan careke din hat girtin. Polîsê Brîtanî lêgerîna ji bo desteserkirina her du girtiyên berdayî daye destpêkirin.

Wezîrê Dadê yê Brîtanyayê David Lammy, li Parlamentoyê ragihand ku piştî berdana Kebatu, lêkolîn li ser serokiya Lynne Owens hatiye destpêkirin û "tedbîrên herî hişk ên ku heta niha me di pergala girtîgehê de danîne, me pêk anîne."

Li gorî daneyên fermî yên hikûmetê ji Sibata 2024an ve, hejmara girtiyên bi xeletî hatine berdan ji 115'an derketiye 262 kesan.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.