Serokwezîr Barzanî Pêsengeha Regê ya Sêwekarî vekir

Serokwezîr Barzanî Pêsengeha Regê ya Sêwekarî vekir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Pêşangeha Regê ya Şêwekarî ku ji aliyê Kurdistan Foundationê ve hatiye amadekirin vekir.

Pêşangeha Regê ya Şêwekarî ji aliyê Kurdistan Foundationê ve hatiye amadekirin ku ev pêşangeh bi rêya hunera resen û hevçerx nasnameya Kurdî dide nasîn.

Mijarên sereke ya pêşangehê rihên çand û dîroka Kurdistanê ne, ku berhemên hunerî îlham ji çand, xweragirî û bîranînan wergirtiye.

21 hunermendên ciwan, ku nûnerîtiya deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dikin, tevlî vê pêşangehê bûne da ku nêrînên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.

Di pêşangehê de, bernameyeke perwerdehiya hunerî bi çavdêriya hunermendê navdar ê Kurd Jîlemo tê lidarxistin, ku rêberîkirin, hevahengî û nirxandina çandî li xwe digre.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.