Serok Barzanî: Di bin ti zextê de dest ji mafên gelê xwe yê rewa bernedin

Serok Barzanî: Di bin ti zextê de dest ji mafên gelê xwe yê rewa bernedin

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Mijdara 2025ê li Pîrmamê bi berpirs û kadroyên Liqa Şeşê ya Ewropayê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re civiya.

Baregeha Barzanî ragihand, Serok Barzanî li destpêka wê civînê bixêrhatina kesên amadebûyî kir û kêfxweşiya xwe ji bo vegera wan û piştgiriya wan ji bo biserxistina lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) diyar kir. Di vî warî de jî, Serok Barzanî behsa rol û westiyana hevalên li derveyî welat kir ku herdem roleka berçav di biserxistina pirsên neteweyî de lîstiye û xebat kiriye, herwesa ji wan re daxwaza serkeftinê kir.

Serok Barzanî li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê, deverê û Herêma Kurdistanê û hilbijartinên bên ên Parlamentoya Iraqê kurtiyek ji kesên amadebûyî re pêşkêş kir û behsa bingehên destûra herdemî ya Iraqê û bicihneanîna bendên destûrê kir, ku bûn sedema peydabûna bi dehan pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de. serok Barzanî tekez jî kir ku, bicihanîna bendên destûra Iraqê sedema sereke ya tenahî û avedanî û pêkvejiyanê ye.

Serok Barzanî di pareka din a axaftina xwe de kurtiyek li ser zilm û tawanên rejîmên Iraqê yên li pey hev li dijî gelê Kurdistanê pêşkêş kir û ragihand: “Piştî wê hemî zilm û zordarî û malwêraniya ku bi serê gelê Kurdistanê hat, niha jî ku Herêma Kurdistanê xwedî qewareyeke siyasî ye û di wê çarçoveyê de tevî hebûna astengî û rêgiriyên berdewam, Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistin û avedankirina bajar û bajarkên xwe bê cudahî gelek bizavê dike û projeyên gelek mezin jî bi cih anîne û piraniya wan projeyan jî bi şiyanên destê navxweyî hatine bicihanîn.

Serok Barzanî herwesa ji kesên amadebûyî re ragihand ku çawa di demên borî de mîna Pêşmergeyan xebat kiriye, niha jî li dijî wan bizavên ku ji bo gel, hikûmet û Herêma Kurdistanê bi giştî hatine çêkirin berdewam bin.

Serok Barzanî eşkere kir ku, dijmin bizavê dikin ku bi planên cuda cuda vê ezmûna Herêma Kurdistanê nehêlin, xasma jî bi rêya belavkirina madeyên hişber di nav civakê de.

Serok Barzanî diyar kir, divê em hemî pişta xwe bi xwe germ bikin û çavê me li destê tu kesekî nebe. Di dîrokê de eşkere ye ku her gava ku Kurdistan keftibe di rewşeka xeter û ber êrîşên dijminan, her Pêşmerge bûne ku bi tena serê xwe berevanî ji ax û rûmeta Kurdistaniyan kiriye.

Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de got: “Em pişta xwe bi Xudê û gelê xwe ve girê daye, ji ber vê yekê em dê di tu şert û mercan de û di bin tu zextekê de destan ji mafên rewa yên gelê xwe bernedin.”

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.