Mesûr Barzanî: Wê Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bibe

Mesûr Barzanî: Wê Herêma Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bibe

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got ku ew hêvî dike wê Herêma Kurdistanê di nav deh salên bê de derbasî qonaxeke nû bibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 6ê Mijdarê serdana qonaxa duyem a Projeya Rewşa Awarte ya Avê ya Hewlêrê kir.

Mesrûr Barzanî dema wê serdanê ji rojnamevanan re got: “Ez spasiya Xalid Xoşnaw û şîrketa bicihanînê dikim, ku ev qonaxa dawiyê ya gihandina avê ji bo Hewlêrê ye. Ev proje dê gelek xizmeta Hewlêrê û Herêma Kurdistanê bike û karên vê projeyê bi awayekê pir serkeftî hatine kirin. Herwesa wan karî di demeka pîvankî de karên wê projeyê temam bikin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir, “Her kesê ku serdana vê derê kiriye wesa fikiriye ku pêdivîya vê projeyê bi sê salan heye heta bê temamkirin, lê em dilxweş in ku ew di demeke wesa kurt de hat temamkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Em destxsweşiyê li wan dikin ku hemî karên vê projeyê bi hêz û zend û baskên navxweyî hatine kirin, herwiha teknolojiya pêşkeftî ji bo piştrastbûna ji kalîteya avê hatiye bikaranîn.”

Mesrûr Barzanî got: “Ez hêvîdar im ku Herêma Kurdistanê di 10 salên bê de derbasî qonaxeke nû dibe.”

Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.