Li Sêwregê cenazeyê zilamekî li kêleka rê hat dîtin

Li Sêwregê cenazeyê zilamekî li kêleka rê hat dîtin

PeyamaKurd – Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, li kêleka riya Sêwreg-Semsûrê, cenazeyê zilamekî hat dîtin.

Li gorî agahiyan, welatiyên ku li ser rê zilamekî bêliv dîtin, rewş ji tîmên tenduristî û ewlehiyê re ragihandin. Tîmên bijîşkî yên ku gihiştin cihê bûyerê, piştrast kirin ku kesê navborî jiyana xwe ji dest daye.

Di encama lêkolîna tîmên cendirmeyan de, hate diyarkirin ku cenaze yê bi navê Kadrî Yeşîltaş e.

Lêkolînerên cihê bûyerê gelek fîşekên qalikê yên kevin li nêzîkî cenaze dîtin.

Cendirme li ser bûyerê lêkolînê didomînin, da ku sedema mirina Yeşîltaş û rastiyên bûyerê aşkere bikin.

Ev nivîs 44 car hatiye xwendin.