Serokê herî temen mezin ê cîhanê cara 8emîn sond xwar

Serokê herî temen mezin ê cîhanê cara 8emîn sond xwar

PeyamaKurd- Serokê Kamerûnê Paul Biya, yê ku di hilbijartinên meha Cotmehê de bi ji 53,7ê dengan bi ser ketibû, cara heştemîn sond xwar û dest bi kar kir.

Paul Biyayê 92 salî 43 salin seroktiya Kamerûnê û serokê herî temen mezin ê cîhanê ye.

Biya îro 6ê Mijdarê li paytext Yaoundeyê di merasîmeke li parlamentoyê de ji bo heyama xwe ya nû ya 7 salî sond xwar.

Serokê Kamerûnê got: "Ez ê ji bo layiqê vê baweriyê bimînim, ti carî karê xwe paşguh nekim. Ez ji giraniya wê demê ya ku welatê me tê re derbas dibe agahdar im. Ez hejmar û cidiyeta zehmetiyên ku em rû bi rû ne, kûrahiya bêhêviyên gelê me û mezinahiya hêviyan fam dikim."

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.