MEE: Amerîkayê ji Tirkiye û Îsraîlê daxwaza mekanîzmeya qedexekirina şer kir

MEE: Amerîkayê ji Tirkiye û Îsraîlê daxwaza mekanîzmeya qedexekirina şer kir

PeyamaKurd - Malpera Middle East Eye (MEE) derbarê Sûriyê de nûçeyek belav kir û ragihand, Amerîka fişar li Tirkiyê û Îsraîlê kiriye da ku şer di navbera wan de li Sûriyê dernekeve. Herwiha xwestiye mekanîzmeyeke qedexekirina şer ava bikin.

Berpirsekî Amerîkî ji Middle East Eye re gotiye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio 3yê vê mehê bi hevkarê xwe yê Tirkiyê Hakan Fîdan re behsa girîngiya aramiya Sûriyê kiriye û diyar kiriye, Amerîka ji firîna balafirên herdu aliyan li nêzî hev, bi tirs e.

MEEyê  ji zarê berpirsekî tirk da zanîn, ew mijareke hêsan e û Tirkiye berê heman tişt bi Rûsya û Îranê re li Sûriyê pêk anîbû û ne zehmete bi Îsraîlê re jî pêk bînin.

Berpirsê Tirkiyê daye zanîn, Îsraîl hewl dide cihekî xwe li Sûriyê çêbike û hikûmeta nû ya Sûriyê lewaz bike û ji bo rê li ber wê yekê were girtin divê hikûmeta nû ya Sûriyê were naskirin.

Hêjayî gotinê ye hefteya borî jî Tirkiyê û Îsraîlê civînek derbarê Sûriyê de li Azerbaycanê lidar xistibû, lê li gorî çavkaniyan gotûbêjên wan bi ser neketine.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.