NYyê Îran şermezar kir: Li girtîgeha Ûrmiyeyê tiliyên girtiyên Kurd hatin birîn

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) jêkirina 4 tiliyên destên rastê yên 3 girtiyên Kurd, Hadî Rostemî, Mehdî Şerefîan û Mehdî Şahiwend, li Zindana Navendî ya Ûrmiyeyê wek binpêkirineke giran a mafên mirovan şermezar kir.
Ev cezayê ku bi tohmeta diziyê di 30ê Tîrmeha 2025an de ji aliyê dadgehên Îranê ve hatibû pejirandin, bi amadebûna berpirsên zindanê û dozgeriyê hate cîbicîkirin. Girtî bi bêhişkirinê hatin dermankirin, lê paşê di şertên bijîşkî yên nebaş de vegeriyan zindanê.
Raportora NYyê ya Mafên Mirovan, Maya Satoyê ev kiryar wek îşkence bi nav kir û got ku ev ceza madeya 7emîn a Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî binpê dike.
Wê bang li Îranê kir ku vê pratîkê bi dawî bike. Rêxistinên mafên mirovan jî ev yek bi tundî şermezar kirin.
Tê zanîn ku di sala borî de tiliyên du girtiyên din ên Kurd li heman zindanê hatibûn jêkirin, û niha herî kêm du girtiyên din ên Kurd li zindanên Ûrmiye û Tebrîzê di bin metirsiya cezayên wekhev de ne.
Her çend cezayên laşî li gorî qanûnên navneteweyî qedexe bin jî, Îran bi şîroveyên qanûnî yên olî van cezayan rewa dike. Parêzvanên mafên mirovan daxwaz dikin ku Îran van cezayan bi temamî betal bike.
Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.




