Piştî Qatarê, Behreyn û Kuweytê jî qada xwe ya hewayî girtin

Piştî Qatarê, Behreyn û Kuweytê jî qada xwe ya hewayî girtin

PeyamaKurd – Piştî Qeterê, Behrêyn û Kuweytê jî doh qada xwe ya hewayî girtin da ku rê li ber Îranê bigirin ku êrîşî baregehên leşkerî yên Amerîkî bike.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi bombebarankirina tesîsên girîng ên nukleerî yên Îranê li Fordo, Natanz û Îsfahanê bi "bombeyên ku bunkeran dişkînin" tevlî şerê 11 rojî yê Îsraîl-Îranê bû.

Îranê doh bi êrîşeke moşekî li ser mezintirîn baregeha leşkerî ya Amerîkî li Rojhilata Navîn bersiv da.

Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku sê moşek li baregehê ketine, lê Wezareta Derve ya Qeterê ragihand ku êrîş bi serkeftî hatiye pûçkirin û ti qurbanî çênebûne.

Di demekê de beriya êrîşê, Qatarê ragihandibû ku qada xwe ya hewayî digire.

Piştî Qeterê, Behrêyn û Kuweytê jî ragihandin ku di rewşa êrîşeke tolhildanê ya Îranê li ser baregehên Amerîkî de, ew bi awayekî demkî baregehên xwe yên hewayî digirin.

Di heman demê de, çavkaniyek ewlehiyê ya Sûriyê ji Reuters re got ku baregeha sereke ya ku leşkerên Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê lê ne, li hember êrîşên muhtemel ên Îranê di amadebaşiyê de ye.

 
Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.