Îsraîlê li endamên kabîneyê qedexe kir ku li ser Îranê biaxivin

PeyamaKurd – Piştî agirbesta ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di navbera Tehran û Tel Avîvê de ragihand, tê gotin ku ji wezîrên Îsraîlî hatiye xwestin ku "li ser mijara Îranê" daxuyaniyan nedin çapemeniyê.
Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîr "qedexeya axaftinê" li ser endamên kabîneyê ferz kiriye.
Hat ragihandin ku ofîsa çapemeniyê talîmat daye wezîrên Îsraîlî ku li ser Îranê bi çapemeniyê re neaxivin.
Li gorî raporê, di talîmatan de ev daxuyanî hebû: "Ji bo wezîran bîranînek heye, niha ji bo hevpeyvîn û daxuyaniyên medyayê yên li ser Îranê destûr nayê dayîn."
Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku "di navbera Îsraîl û Îranê de agirbestek hatiye îmzekirin" û diyar kir ku agirbest di saetên sibehê de dest pê kiriye.
Di daxuyaniyek nivîskî ya ji aliyê Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ve hat dayîn de, hat ragihandin ku Tel Avîvê agirbesta bi Îranê re ya ku ji aliyê Trump ve hatiye ragihandin qebûl kiriye.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.




