Reuters: Îran xwe amade dike teklîfa rêkeftina Amerîkayê ya li ser ûranyûmê red bike

PeyamaKurd – Dîplomatekî payebilind ê Îranê ragihand ku Îran amade ye pêşniyara dawî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya ji bo çareserkirina nakokiya navokî ya dehsalan red bike.
Ev pêşniyar, ku roja Şemiyê ji aliyê Wezîrê Derve yê Omanê Seyîd Bedr Albuseydî ve li Tehranê hatibû pêşkêşkirin, ji aliyê rayedarên Îranî ve wekî “têkçûnê” hat binavkirin, ji ber ku helwêsta Washingtonê ya li ser dewlemendkirina ûranyûmê naguherîne û soza rakirina tavilê ya dorpêçên aborî yên li ser Îranê nade.
Dîplomatê ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa Reuters re got,
“Ev pêşniyar ne li gorî berjewendiyên Îranê ye û daxuyaniyeke zelal li ser rakirina hemû cezayan li xwe nagire.”
Wî her weha diyar kir ku Îran bersiveke fermî ya neyînî amade dike, ku dê wekî redkirina pêşniyara Amerîkayê were şîrovekirin.
Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.





