Rojnameya Maarivê: Îran bi rêya milîsên Iraqî amadekariya êrîşeke li dijî Îsraîlê dike
PeyamaKurd – Rojnameya Îsraîlî Maarivê duh îdia kir ku Îran bi awayekî çalak amadekariya êrîşekê li dijî Îsraîlê dike û ji bo vê yekê milîsên Şîe yên li Iraqê bi kar tîne. Li gorî raporê, ev plan ji aliyê Hêza Qudsê ya Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ve tê birêvebirin.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku milîsa "Harakat el-Nujaba" (Tevgera Nuceba), ku wekî rêxistineke "ultra-radîkal" tê binavkirin, di van amadekariyan de roleke sereke dilîze. Hat îdiakirin ku Fermandarê Hêza Qudsê, Îsmaîl Qaanî, vê dawiyê serdana Iraqê kiriye da ku bi rêberên milîsan re hevahengiyê bike ji bo "hedefgirtina Îsraîlê".
Li gorî Maarivê, stratejiya bingehîn ew e ku ji axa Iraqê êrîşên bi mûşek û balafirên bêpîlot (dron) li ser Îsraîlê bên kirin. Lêbelê, rapor zêde dike ku saziya sîxuriyê ya Îsraîlê, Mossad, îhtîmala senaryoyek "ketina bejahî" jî dinirxîne, ku dibe ji Iraqê dest pê bike û bi rêya Sûriyeyê hewl bide bigihîje sînorê Urdinê.
Çavkaniyên rojnameyê didin zanîn ku artêşa Îsraîlê û Mossad ji bo rûbirûbûna van "gefên zêde yên ji Iraqê" ketine rewşa amadekariyê. Tê gotin ku Îsraîlê bi rêya Dewletên Yekbûyî (DYA) û welatên din ên herêmî hişyarî daye hikûmeta Bexdayê ku rê nede çalakiyên van milîsan.
Di çarçoveya van gefan de, Wezareta Parastinê ya Îsraîlê projeyek nû ya ewlehiyê bi budçeya 5.5 milyar şekel (nêzîkî 1.5 mîlyar dolar) ji bo parastina sînorê xwe yê rojhilat bi Urdun û Sûriyeyê re ragihand. Proje dê avakirina dîwarekî ewlehiyê yê 425 kîlometreyî û pergalên çavdêriyê yên pêşketî li xwe bigire.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.