Sûdanî, Şêx Temîm û Colanî li Dohayê civiyan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî ku ji nişka ve çûbû Qeterê, li paytext Dohayê bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî û Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şera re hevdîtineke sêalî pêk anî.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê INA, li ser bingeha çavkaniyên nêzî hikûmetê, geşedanên bilez ên li herêmê yên van demên dawîn û rewşa Sûriyê hatin nirxandin.
Di hevdîtinê de Sûdanî diyar kir ku ew geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û nerazîbûna xwe ya ji hebûna leşkerî ya Îsraîlê nîşan da.
Sûdanî helwesta prensîb a welatê xwe li ser destpêkirina proseyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê, parastina hemû pêkhateyên olî, civakî û neteweyî û parastina şûnwarên pîroz dubare kir.
Sûdanî diyar kir ku civîn ji aliyê dînamîkên ewlekariya herêmê ve xwedî girîngiyeke krîtîk e û destnîşan kir ku hikûmeta nû ya li Sûriyeyê bê avakirin divê li dijî DAIŞê gavên berbiçav û cidî bavêje.