Serokê Giştî yê Yekgirtû yê Iraqê Selahaddîn Behadîn careke din bû Sekreterê Giştî
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) li Iraqê Selahaddîn Behadîn di 9emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe de careke din wek Sekreterê Giştî hat hilbijartin.
Li gorî daxuyaniya Yekgirtû, partiyê di navbera 27-28ê Kanûnê de 9emîn Kongreya xwe ya Asayî li Hewlêrê li dar xist.
Di kongreya ku 864 delege beşdar bûn de, endamên MKYK (Lijneya Biryar û Rêvebir a Navendî) ji 30 kesan pêk tê û Lijneya Disîplînê ya ji 9 kesan pêk tê hat avakirin, Serokê Giştî yê Partiyê Bahadîn jî ji sedî 84 ê dengan dîsa bû serokê giştî.
Li gor encamên hilbijartinên parlemanî yên ku di 20ê Cotmehê de li Herêma Kurdistana Iraqê hat lidarxistin, Yekgirtû bi 100 kursiyan 7 kursiyên parlemanê bi dest xist ku 5 ji wan ji bo kotayan hatin veqetandin.