Nûnerê endamê Meclisa DYAyê Joe Wilson li dijî Îranê pirştgiriya Tirkiyê kir

Nûnerê endamê Meclisa DYAyê Joe Wilson li dijî Îranê pirştgiriya Tirkiyê kir

PeyamaKurd –  Nûnerê endamê Meclisa DYAyê Joe Wilson li dijî Îranê pirştgiriya Tirkiyê kir ku rayedarên Îranê di axaftina xwe de bi dijminahî behsa Tirkiyê û Azerbeycanê kiribûn.

Joe Wilson, serokê komîta baskê bin yê Meclisa nûneran yê DYAyê ye û hem nûnerê Afrîka Navîn, Rojhilata Navîn û Asya Navîn ya Komîtê ye. Wilson di ser hesabê xwe yê medya civakî de li hemberê Îranê ku Îran Tirkiyê û Azerbeycanê digre hemberê xwe got:

“Weka aşkera tê dîtin ku Tirkiye hevkarê NATO ye û li hemberê rejîma terorê ya Tehranê ortaxekî me yê krîtîke.”

Wilson, bertekê nîşanî axaftinên di merasimekî resmî de ku ji aliyê televizyona dewletê ya Îranê ya bi navê IRINN de hat weşandin de da û got ku di merasima fermî de li hemberê Tirkiyê gotinên ne rewa serf kirine. Wilson daxwuyaniyên li dijî Tirkiyê şermezar kir û got:

“Ez daxwuyaniyên rayedarên rejîma terorîst yên Îranê ku li hemberê hevkarê NATOyê Tirkiyê û daxwuyaniyên reş yên li hemberê Azerbeycanê şermezar dikim. Weka aşkera tê dîtin ku Tirkiye hevkarê NATO ye û li hemberê rejîma terorê ya Tehranê ortaxekî me yê krîtîke.”

Merasima ku li bajarê Erdebîla Îranê çêbû, di merasimê de rayedarên Îranê aşkera di bernama zindî ya IRINN de axifîn. Di merasimê de li hemberê serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev gotinên gelek bê sînor serf kirin. Rexneyên gelek tund li her dû lîderan kirin. Piştî daxwuyaniyan Azerbeycan maslahaguzarê balyozxana Bakuyê yê Îranê dawetî wezareta karên derve kir da jê mijarê hîn bibe.

Li ser mijarê DYA jî piştgiriya Tirkiyê kir û ji Îranê re got ku Îran nikare Tirkiyê bike dijminê xwe an bigre hemberê xwe.

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.