Sine | Dadgeheke rejîma Îranê bangî çend aktîvîstên kurd kiriye

Sine | Dadgeheke rejîma Îranê bangî çend aktîvîstên kurd kiriye

PeyamaKurd – Çend aktîvîstên sendîkayê û jîngehparêz ên bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê saziya dadweriya Komara Îslamî ya Îranê ve hatin gazîkirin. 

Ji bilî Sûsan Rezayî, Îqbal Şabanî, Ferdîn Mîrkî, Xalid Husênî, Seth Amanî û Cemal Esedî, Ferşîd Ebdullahî, bavê Homan Ebdullahî yê ji candayiyê miriyên Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî”yê jî hatine gazîkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, Şaxa 2yemîn a Lêkolînê ya Dadgeha Şoreşê ya Sineyê bi serokatiya Mêhran Remezanî her yek ji Sosan Rezayî, Îqbal Şabanî, Ferdîn Mîrkî, Xalid Husênî, Seth Amanî, Cemal Esedî û Ferşîd Ebdullahî vexwendiye.

Tometên ku ku li van aktîvîstan tên kirin, “hewldana têkdana nîzama giştî” û “propagandakirina li dijî Komara Îslamî ya Îranê” ye.

Hengaw bi bîr dixe ku van welatiyan hemû sûcên ku li ser wan hatine kirin red kirin, heta dawiya dozê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.