Di ereba êrîşkerê New Orleansê de ala DEAŞê hat dîtin

Di ereba êrîşkerê New Orleansê de ala DEAŞê hat dîtin

PeyamaKurd – Li DYAyê li eyaleta New Orleansê êrîşkerê ku deh kesan kuşt, di paşiya ereba wî de alekî ku serê wê girtîbû hat dîtin û hat ragihandin ku al ya DEAŞê ye.

Li aliyê dinê hat ragihandin ku kesê êrîşker navê wî Şemseddin Cabbar(42)e û hemwelatiyê DYAye. Kesê navborî li bajarê New Orleansê li kolana Bourbonê erebê ajotibû nav qelebalixê, di êrîşa de deh kes miribûn û 30 kes birîndar bûbûn.

Şahidên bûyerê gotibûn ku piştî bi erebê êrîş biribû ser qelebalixê, ji erebê derketibû, bi çekê li der û dora xwe xistibû û polîs bersivê dabûyê. Di dema bûyerê de êrîşker cilên esker li xwe kiribû û ev yeka han bû bû sedema ku xelk gotibû êrîşker di artêşa DYA de ye.

FBI, ragihand ku ala di ereba wî de dîne ya DEAŞê ye. Niha hêzên ewlehiyê dipirse bê di bûyerê de tiliya DEAŞê heye an na. Ji beşa FBI ya Orleansê Alethea Duncan jî ragihand ku li ciyê bûyerê dezga teqemeniyê dîtine û weha dewam kir:

“Raste dezga teqemeniya destî hatiyte dîtin û niha em dixebitin da tesbîtê bikin bê tê bikaranîn an na. An ku ji bo teqandinê amadeye an na.”

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.