Berpirsê baskê 24ê yê PDKyê: Vê heftiyê PDK û YNK dê bicivin
PeyamaKurd – Berpirsê baskê 24ê yê Sefîn ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) amaje bi wê yekê dike ku vê heftiyê dê civîna navbera PDK û YNKyê bi rê ve biçe û vê carê dê hûrgiliyên pêkanîna hikûmetê bên gotûbêjkirin.
Berpirsê baskê 24ê PDKyê Rizgar Enwer ji BasNewsê re ragihandiye: ‘’Vê heftiyê şandeya PDK û YNKyê dê bicivin û her du alî dê hûrgiliyên mijara pêkanîna hikûmetê behs bikin. Lijneyan berê biryar dabû ku 3 endamên me û 3 endamên wan bên diyar kirin ji bo danîna bernameya civînê û mijarên ku bên gotûbêj kirin û em hêvîdar in vê carê tiştên nû çêbin.’’
Berî niha berdevkê YNKyê Seidî Ehmed Pîre bi riya çapemenya bi ser YNKyê ragihandibû, civîna vê heftiyê di çarçoveya biryara civînên meha borî de dibe ku biryar hatibû dayîn piştî bêhnvedan û betlaneyên serê salê civîneke din pêk bê.
Herweha got, di civînê de gotûbêj dê li ser çalakkirina çawaniya li gel karkirinê pêk ve ya di mijarên cuda de bê kirin û behsa xalên hevbeş û nakokiyên navbera her du aliyan de jî dê bên gotûbêj kirin.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.