SOHR: Li Şamê ciwanekî berê leşkerê Esed bû hate kuştin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku cenazeyê ciwanekî di nav otomobîla xwe de kuştî hat dîtin. Cenaze li ser rêya di navbera Bab Toma û Diwêla ya Şamê de hatiye dîtin.
Li gorî SOHRê kesê hatiye kuştin ji bajarokê Ciba yê Quneytîrayê ye û berê leşkerî hêzên rejîmê bû. Lê pirsgirêkên xwe yên ewlehiyê bi saziyên hikûmeta nû re çareser kiribûn.
Hêjayî gotinê ye, ev bûyer rojane li Sûriyê çêdibin û li ser bingeha mezhebî rû didin ku ti hesabek ji bo van kiryaran nayê pirsîn.
Ev nivîs 113 car hatiye xwendin.




