Trump: "Me bi Çînê re peymanek bazirganiyê îmze kir"

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan bi Çînê re peymanek bazirganiyê îmze kirine û ew dikarin bi Hindistanê re peymanek "mezin" çêbikin.
Trump di çalakiyek li Qesra Spî de li ser aboriyê daxuyanî da.
Trump diyar kir ku Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, Wezîrê Bazirganiyê Howard Lutnick û Nûnerê Bazirganiyê Jamieson Greer ji bo çêkirina peymanên bazirganiyê bi welatan re "zêdetir dixebitin", û got ku "her kes dixwaze peymanek çêbike."
Trump bi balkişandina ser wê yekê ku çend meh berê çapemeniyê pirsîbû, "Gelo kesek bi rastî eleqedar e?", got, "Me doh bi Çînê re peyman îmze kir. Em ê bi her kesî re peymanek çênekin. Em ê tenê ji hin ji wan re nameyek bişînin û bêjin, 'Gelek spas, hûn ê bacê 25, 35, 45 ji sedî bidin.'"
Trump bi balkişandina ser wê yekê ku wan peymanên "mezin" çêkirine, got, "Dibe ku peymanek pir mezin bi Hindistanê re di rê de be. Em ê Hindistanê vekin. Di peymana Çînê de, em dest bi vekirina Çînê dikin. Tiştên ku berê qet ne mimkun bûn diqewimin. Têkiliya me bi her welatekî re di rewşek pir baş de ye."
Trump bi balkişandina ser veberhênanên ku hatine kirin û kargehên ku bi saya bacê werin avakirin, diyar kir ku şîrketa çîpan Texas Instruments jî wê 60 mîlyar dolar li Dewletên Yekbûyî xerc bike.
Trump rexneyên xwe yên li ser Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) Jerome Powell domand û got, "Ger kesek li Fed hebûya ku rêjeyên faîzê hinekî kêm bikira, ev yek wê bi kêr bihata. Divê em bi vî zilamî re şer bikin, ew karê xwe nake."
Dema ku Trump îdia dikir ku kêmkirina rêjeya faîzê ya 2 xalan wê 600 milyar dolar teserûf bike, wî got, "Hûn dikarin bi tenê yek lêdana qelemê, bi yek hevokê 1 trîlyon dolar teserûf bikin. Şerm e ku yek ji rêjeyên faîzê yên herî bilind ên me heye. Divê em yên herî nizm bin."





