Zelenskiy: “Dibe em peyamana madenê roja Pêncşemê bi DYA re îmza bikin”

PeyamaKurd – Serokê dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku dibe peymana madenê ya elementên kêm peyda didin, di civîna roja Pêncşemê ya di rêya online de, bi DYA re îmza bikin.
Zelenskiy di axaftina xwe de behsa şerê Ûkraynayê û Rûsyayê kir û hem behsa desteka Çînê ya bo Rûsyayê kir. Zelenskiy got ku Çîn destekê dide Rûsyayê, di nav destekê de çek hene û leşker hene. Di destê Ûkrayna de delîl hene ku Çîn desteka sîlihan dide Rûsyayê.
Çîn, destekê dike hilberîna çekan ya Rûsyayê û hem Rûsya 60 hezar leşkeran daye hev da ber bi bajarê Sumiyê de herin. Rûsya dest bi êrîşên ser herêmên Zaporijya û Pokrovskê kiriye û gelek leşkeran şandiye eniya şer.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




