Aldar Xelîl: Rûsya garantorê rêkeftina me ya li gel rejîmê ye
PeyamaKurd - Aldar Xelîl derbarê rêkeftina li gel hikûmeta Sûriyê dibêje, rêkeftin nîne, lê lihevkirineke destpêkê heye û herwiha diyar dike, “Di rastiyê de aliyê ev rêkeftin an lihevkirin pêk aniye Rûsya ye. Rejîmê bi serê xwe tenê newêriya hevpeymanê qebûl bike.”
Aldar Xelîl dibêje êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojava di bingehê de bû faktorek ku çareseriya bakur rojhilatê Sûriyê zûtir bigihije encamekê û got, “Êriş çênebûba, dibe ku vê meselê çend salan dirêj kiriba heta ku zelal dibû. Lê bi vê êrişê çareseriya me jî zûtir dê pêk bê.”
Derbarê helwesta Amerîkayê de jî Aldar Xelîl dibêje, “Dema ku me şoreşa xwe kir me li ser pişta Amerîkayê nekiriye ku niha em jê re bêjin, ‘te xiyanet li min kir, ez ketim’ na! Lê di demekê de erka xwe bicih neanî. Piştî ewqas karên hevbeş dikarî, tiştekî baş bike, gavên baş biavêje û vê derê misoger bike û paşê here.”
Endamê Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl, derbarê rêkeftin a HSDê ya li gel hikûmeta Sûriyê, helwesta Amerîkayê, êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojava û herwiha pêşhatên dawîn bersiva pirsên Rûdawê da. Beşek ji hevpeyvînê wiha ye.
‘GIRTIYÊN DAIŞî DI WÊ BAWERIYÊ DE NE KU ERDOGAN XWEDIYÊ WAN E, DÊ BÊ WAN XILAS BIKE’
Li zîndanên Rêveberiya Xweser ên girtiyên çekdarên DAIŞê heta çi astê metirsiya parastina wan heye?
Aldar Xelîl: Ji xwe ew girtiyên DAIŞê di zîndanên girêdayê Rêveberiya Xweser de ne û hêzên asayişê ji destpêkê ve hewl didin wan biparêzin ku DAIŞî nekarin birevin an jî rewşeke cuda derbikeve. Lê bi rastî bi van êrişên dewleta Tirki li ser me metirsî çêbûn. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) her tim hewl dide ti guhertinek çênebe, lê rastiyek heye ku DAIŞiyên di hundirê girtîgehan de ev agahî standina ku dagirkeriya Tirkiyê êriş dike û rewş weke berê aram nîne. Heta ku Tirkiyê du cih bombebaran kirin û li nêzîkî diwarê girtîgehekê jî otomobîlek teqandin. Ev yek jî bû sedem ku girtiyên DAIŞî yên di zîndanan de serî hildin. Piştî van êrişan hêviyeke li ba wan çêbû, lê berê ew hêvî li ba wan nebû tiştekê bikin. Niha ew di wê baweriyê de ne ku Erdogan xwediyê wan e, dê bê wan xilas bike, lewma di girtîgehan de serî hildidin.
Hêzên parastinê li çend sengeran di nav şer de ne û ji cihekê Erdogan êriş dike ji ciheke din şaneyên razayî yên DAIŞê derketine û çalakiyan dikin, herwiha li ciheke din jî gef û metirsî li girtîgehan heye. Ji ber vê yekê rewşa niha ya girtiyên DAIŞê di metirsiyê de ne.
RÊKEFTIN NÎNE LÊ LIHEVKIRINEKE DESTPÊKÊ HEYE
Di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de rêkeftinek heye, tu dikarî ji me re behsa naveroka wê rêkeftinê bikî?
Rêkeftin nîne, lê lihevkirineke destpêkê heye. Em li vê herêmê ji Sûriyê qut nebûne û perçeyek ji Sûriyê ne. Sîstema me çi dibe bila bibe, navê çi otonom be, navê wê rêveberiya xweser be yan jî federalî be, hîç ferq nake her tim erkê hikûmeta navendî heye sînorê welat biparêze. Me jî ji Şamê re got erkê parastina sînor a te ye. Rast e em weke rêvberiyekê vê herêma xwe birêve dibin, lê eger welat ji derve êrîşî welatê me bike, ev tenê ne erkê me ye, lewma pêwîst e hikûmeta navendê erkê xwe pêk bîne. Ev lihevkirina destpêkê ji bo parastina sînoran lihevkirineke leşkerî ye. Rê hat dayîn ku leşkerên Sûrî li deverên sînorî bicih bibin, tenê ji ber êrîşên dewleta dagirker a li ser erdê me. Mijarên rêveberiyê û sîstema Sûriyê dê çi bin ev mijarên cuda ne. Piştî bidawî li dagirkeriya Tirkiyê hat rêveberiya me ya siyasî û Şam dikarin bi hev re rûnin û li ser van mijaran gotûbêjan bikin.
'EGER RÛSYA MISOGERÎ NEDABA HIKÛMETA NAVENDÎ TI ENCAM DERNEDIKET'
Di rêkeftin a Rêveberiya Xweser a ligel hikûmeta Sûriyê de rola Rûsya hate diyar kirin an jî rola wê çi ye?
Di rastiyê de aliyê ev rêkeftin an lihevkirin pêk aniye Rûsya ye. Rejîmê bi serê xwe tenê newêra hevpeymanê qebûl bike. Di dema êrişa Efrînê de me ji Sûriyê xwest ku hêza bişîne, wan jî şand lê ji ber Rûsyayê qebûl nekir, Tirkan êrîşî wan kir û gelek ji wan şehîd bûn. Ew kesên hatin yek ji wan rizgar nebû, çimkî Rûsya ligel nebû. Di civîna niha de Rûs amade bûn û wan soz dan ku cihê ku hêzên Sûriyê herin, Tirkiyê nekare êrişî wê derê bikin. Li ser vê bingeha peyman hate kirin. Eger Rûsyayê misogerî nedaba hikûmeta navendî, ti encam jê dernediket.
Xalên rêkeftinê bi zimaneke taybet hate nivîsandin, hinek dibêjin Rêxweberiya Xweser xwe radestî hikûmeta Sûriyê kiriye. Derbarê vê mijarê de nêrîna te çi ye?
Ragihandin caranan hinek tiştan belav dikin ji rastiyê dûr in. Minak kaxezekê belav dikin îmzeya aliyekê li ser heye lê ya aliyê din nîne, ma ev rêkeftin çawa dibe? Hinek kes carna ji xwe re tiştên wisa çêdikin. Lê îro ev rastî heye li nav Neteweyên Yekbûyî kî nûnertiya Sûriyê dike, ma ne her dîsa Şam e. Niha dema li Neteweyên Yekbûyî derbarê Sûriyê de danûstandin têne kirin ma diçin cem Beşar Esed. Niha welatê Sûriyê bi wan tê naskirin. Ev ne mijareke wisa ye ku em biguher in. Peywendiyên me bi wan re çawa ev mijareke din e. Lê rastiyeke heye li Neteweyê Yekbûyî kursiyê Sûriyê, rejîm nûnertiyê dike. Danûstandinên herkesê bi wan re, dema em jî bixwazin sînor bêne parastin, danûstandinan bi wan re dikin.
Ji bo çi hêzên Sûriyê niha naçin Girê Spî û Serê Kaniyê?
Devera ku şer tê de hebe ew naçinê, ji ber ku berî ku Erdogan bê û êriş bike, bi Putîn re tifaq kiriye û Putîn jê re gotiye ‘temam’. Lêbelê niha Rûsya jî dikeve rewşeke di nava du agiran de. Artêşa Sûriyê bişînin wan deveran divê ji Erdogan re bibêjin bisekinin. Lê ji ber ku berî niha wan erê kiriye û jê re gotine ‘temam tu dikarî biçî’, niha nikarin ji Erdogan re bibêjin, ‘bisekine’. Ji bo Erdogan jî nexeyîdînin û rejîmê jî nexeyîdînin, dibêjin ‘ew herêmên ku şer tê de heye, karê me pê nîne’. Dibêjin, ‘ev deverên ku şer tê de nîne û pevçûn tê de bi pêş neketine, em di wan deveran de bicih bibin.’ Lê niha divê ev jî bê zanîn, heta vê kêliyê jî sozên xwe bicih neanîne. Niha gelek dever hene ku me ji wan re gotibû, divê biçin wan deveran daxuyanî bidin û bibêjin ‘em li vir in’, hîn neçûne. Niha li Kobanî ku niha li ser rê ne tim dibêjin vê saetê û vê deqîqê. Yanî, niha xuya dike ku ew jî di nav nakokî û zehmediyan de ne ku çawa dikarin hem ji aliyekê ve tirkan razî bikin û hem jî nehêlin ku tirk êriş bikin. Ev jî mijareke girêdayî wan e ûdivê ew vê meselê çareser bikin.
Nêrîna Amerîkayê li ser rêkeftina we ya li gel rejîmê çawa ye, ti guftogoyeke we li gel wan di derbarê vê rêkeftin ê de hebûye?
Bi rastî ev mesele ji wan hat pirsîn, ew jî dibêjin, ‘vaye em diçin, eleqeya me bi we nîne, ev meseleke we ya navxweyî ye, hûn karê xwe çawa çareser dikin, eleqeya me pê nîne’.
‘BI ÊRIŞÊN ERDOGAN ÇARESERIYA ME WÊ ZÛTIR BIGIHÎJE ENCAMEKÊ’
Çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya vê rêkeftin ê de çawa tê pêş çav?
Bi van êrişên dagirkeriyê yên Erdogan, di bingehê de bû faktorek ku çareseriya bakur rojhilatê Sûriyê zûtir bigihije encamekê. Êriş çênebûba, dibe ku vê meselê çend salan dirêj kiriba heta ku zelal dibû. Lê bi vê êrişê çareseriya me jî zûtir dê pêk bê. Ew çareserî li ser bê ka em çawa xwedî amadekarî ne, em çawa berxwedana xwe pêş bixin, em çawa dikarin tevbigerin di warê dîplomasî, siyasî û di warên din de. Wê çaxê ew serkeftinên ku me hêvî dikir di 5 salan de pêk bên, dibe ku di 2 mehan de pêk bên. Yanî ji bo derfeta serkeftinê nêzîktir kir. Lê xetereya wê jî heye. Eger demdirêj ba, dibe ku xetereya wê ewqas çênedibû û bi bêhna fireh dihat çarserkirin, lêbelê dema ku 5 salan kete di nava demeke kurt de, wê demê tê wateya, ‘erê egera wê zêdetir e ku serkeftin zûtir pêk bê’ lê heta ku ew serkeftin pêk bê, xetereyên ku derbe bixe jî zêdetir in. Di heman demê de mesleya rejîmê jî, hebûna rejîmê jî di herêmê de bêguman, yanî sibê rûs û rejîm bo nimûne, bêbextiyek kirin weke yên din, weke yên berê, an jî sozên xwe bicih neanîn, xwestin tevliheviyekê çêbikin, ev jî faktoreke nebaş e. Lê îro eger tu wê nekî, tu di nav deh xetereyan de yî, tu wê bikî paşê xetereyek li pêşiyê te dimîne. Dîsa pêvajoyeke têkoşînê ya cuda em dê ji aliyê xwe ve hewl bidin ku pêk bê. Em ê hewl bidin ku bi rastî em ji Sûriyê qut nabin û em dixwazin bi Şamê re tifaqekê bikin, em dixwazin li hev bikin. Beêr jî me ev yek digot, ne tenê niha. Her tim me digot, ‘çareseriya pirsgirêka Sûriyê ew e ku em di nava xwe de tifaqekê bikin. Em dê vê yekê bidin pêş, lê dema ku ew bi şêwazekî din ê cuda nêzîk bûn, weke niha çawa tirk êriş dikin û em li ber xwe didin, wê dema ku wan jî ev hilbijartin, li ber me jî ji bilî berxwedanê ti rêyek din namîne. Herwiha wê demê berxwedana li dijî wan dê ji ya li dijî tirkan serhildêrtir be û ji bo derfetên pêşxistina wê dê zêdetir bin.
Niha hinek gotin hene ku dibêjin, ‘HSD dibe feyleqê 5’, gelo di pêşerojê de HSD dimîne?
Me jî ev gotin ji ragihandinê bihîstin, bi rastî jî min di ragihandinê de gelek tişt xwendin û min got, em di civînan de jî dibe ku me bîr li van tiştan nebiriba’. Yanî tiştên gelek balkêş hatin gotin. Lê li ser van tiştan gotûbêj nehatine kirin. Tenê ev nîqaş hatiye kirin; ‘Xetereyek heye, welatê me tê dagirkirin, ji ber ku fermiyeta we heye, di Netewên Yekbûyî de hûn nûnertiya Sûriyê dikin, werin ala xwe li ser sînor rakin ji bo ku ev êriş bê rawestandin’, tifaqa me ev e. Wekî din ew hemû tiştên hatine gotin, bila bimînin bo piştî vê meselê. Dema ku şer sekinî, Erdogan hat têkbirin wê demê em dê li hev rûnin, bi hev re biaxivin bê ka em dê rewş çawa beî ev rêveberî dê çawa be, bi çi şêwazî em dê bi hev re di nav têkiliyê de bin. Mînak, aboriya vê derê, ango pişka me û pişka Şamê dê çawa be? Em dê çawa bi hev re danûstandinê bikin? Di meseleyên çûnûhatinê de, di meseleya pasaportê de, meselê nifûsê de, di mijarên din de, gelek mijar hene. Erê em rêveberiyek in, lê em nikarin ji Şamê qut bibin. Weke çawa niha Hewlêr û Bexda ji hev qut nabin, gelek tiştênwan hene bi hev ve girêdayî ne. Dê li vê derê jî wisa be. Lê ev ne ew mijar in ku niha bên gotûbêjkirin. Niha êriş tên, firoke tên, dijmin tên, welatên em dibin, Sûriyê perçe perçe dike. Berê Sycas Picot çend perçe çêkirin, ew niha deh caran zêdetir ji Sycos Picotê perçebûnê çêdikin.
Di wê rêkeftin a we ya li gel rejîmê, ti behsek li ser Efrînê heye. Ji ber ku li gor wê rêkeftin ê artêşa Sûriyê li seranserê sînor belav dibe û Efrîn jî dikeve nav rêkeftin a we?
Niha me gotiye dema ev êriş bi encam bibe, divê artêşa Sûriyê hemû sînor biparêze û devera sînor, Efrîn jî di nav de ye û Cerablûs jî di nav de ye. Wê demê divê planke hevbeş bo wê jî derkeve. Em jî her tim dibêjin ‘çi dibe bila bibe, pêwîst e Efrîn rizgar bibe’. Eger wan jî gotin ‘belê em dê tevahiya sînor biparêzin’, wê demê neçar e ku bo Efrînê jî tevbigere û bibe alîkar jî.
‘ÇI PIRSGIRÊK LI KU DERÊ HEBE, WEXTÊ KU DERFETA DIYALOGÊ HEBE EM JÊ RE AMADE NE’
Hûn amade ne careke din bi navbeynkariya Amerîkayê guftugoyan li gel Tirkiyê bikin? Û gelo li gor te Amerîkayê xiyanet li Kurdan kir?
Amerîka rastiyeke wê heye, welatekî mezin e di cîhanê de, berjwendiyên xwe diparêze, sîstema cîhanî birêve dibe, berjwendiya wê di ku derê de hebe wê dike û li ku derê berjewendiya wê nebe, diçe. Ev ne tiştekî ecêb e ku niha em nirxandina rewşa Amerîkayê bikin. Dema ku me şoreşa xwe kir me li ser pişta Amerîkayê nekiriye ku niha em jê re bêjin, ‘te xiyanet li min kir, ez ketim’ na! Ji xwe em karê xwe dikin, di van salan de me têkilyên baş pêkanîbûn, me jî sûd ji wan wergirt û wan jî sûd ji me wergirt. Lê di demekê de erka xwe bicih neanî. Piştî ewqas karên hevbeş dikarî, tiştekî baş bike, dikarî gavên baş biavêje, dikarî vê derê misoger bike û paşê here. Lêbelê Amerîkayê ev tişt nekir, ev êdî mijareke exlaqî ya wê ye. Pêwîst bû ew hevalbendiya wê ku me bi hev re ewqas salan têkoşînek da, dikarî baştir nêzîk bibe. Lê ya din, mijara tirkan û meseleya diyalogê, em weke tevger û rêveberî jî her tim ji destpêkê ve me vê yekê dibêjin; çi pirsgirêk li ku derê hebe, wextê ku derfeta diyalogê hebe em jê re amade ne.
Lêbelê gelo baweriya we bi Amerîkayê maye ku bikare navbeynkariya we û Tirkiyê bike?
Di siyasetê de mirov nikare li ser mijara baweriyê biaxive. Rûsan jî Efrîn firot, Amerîkayê li vê deverê ev helwest nîşan da. Ango mirov nikare li ser bingeha bawerî û nebaweriyê bi van hêzên mezin re danûstandinê bike. Îro tiştek heye, gavek tê avêtin û tê dê hewl bidî gavekê biaxêvijî ku ew jî têkoşîna mirov e. Bo nimûne niha êriş dikin û em jî li ber xwe didin û şer dikin. Bibêjin, ‘diyalog’ temam em rûnin û eger ew pêk nehat ji xwe vaye em şerê xwe dikin. Yekser em bibêjin, ‘baweriya min bi we nema û qediya’ û dema bawerî nema ji xwe tiştek çênabe. Lê em têkoşîna xwe didin û hewldanên xwe dikin. Eger pêk hat gavek e, pêk nehat jî ji xwe dema me gotiba, ‘bawerî tune ye, me nedikir’, wê demê dîsa vedigere.
Ev nivîs 210898 car hatiye xwendin.