Aqilmendê Êzidî: 'Dînê min bo min e, dînê te bo te ye, lê welat bo min û te ye'
PeyamaKurd – Aqilmend û zanayê ola Kurdên Êzidî Guhdar Elî Coqî, li ser taybetmendiyên ola êzidîyan agahiyên balkêş dide û girêdana Kurdên Êzidî bi ax, netew û erda Kurdistanê re bi gotinên; "Ti cihekî ji Laleşê pîroztir nîne, ew jî li Kurdistanê ye û ji ber wê jî tevahiya Kurdistanê pîroz e" tîne ziman.
'Mafê me êzidiyan jî heye bi taybetmendiyên xwe bijîn'
Guhdar Elî Coqî di hevpeyvîna ligel WAAR TV de dibêje, “Ez wek êzîdîyekî xwedî dîrok û pîroziyên qedîm, mafê min jî heye wekî êzîdiyekî wek kurd û mirovên din digel taybetmendiyên xwe bijîm. Ji ber ku em li Kurdistanê dijîn emê behsa Kurdistanê bikin. Nabe êzidî û ola wan bê helandin, divê ew jî wekî olên din bên jiyandin. Dînê min bo min e, dînê te bo te ye, lê welat bo min û te ye. Ax ji bo min û te ye. Ev kengî tê bicîkirin; wextê destûreke me ya medenî hebe, dewleteke me hebe, maf û erkên me wekî hev bin pêk tê.”
Aqilmendê Kurdên Êzidî li ser girêdayîna êzidiyan bi erda Kurdistanê ve jî vê gotina civaka êzidî bibîr dixe û dibêje; “Cabê bidine Kurdistanê, Bira qewîn bike îmanê, Şerfedîn Mîrê li dîwanê’ ev yek çendî girêdayîna me ya bi Kurdistanê re nîşan dide.”
‘Laleşa pîroz li Kurdistanê ye û hemû Kurdistan jî pîroz e’
Guhdar Elî Coqî herwiha destnîşan dike, “Eger min di qewilên xwe de behsa welatê xwe kiriye, ezê çawa xwe ji welatê xwe vekişînim? Kurdistan beşeke serekî ye bo ola êzdayetîyê, çimkî Laleşa Nûranî li Kurdistanê ye. Ti cihekî me yê ji Laleşê pîroztir li cîhanê nîne. Lalişa Nûranî li ser kîjan erdî be, ew erd hemû bo me pîroz e. Raste Laleş pîroz e, lê ji ber ku Laleş di nav Kurdistanê de ye, Kurdistan hemû bo min pîroz e. Divê herkes bizane ku em vî welatî pîroz dizanin û divê herkes rêz û hurmetê lê bigire."
Elî Coqî diyar dike, “Çawa ku berê Şingal keleha egîd û şêran bû niha jî Şingal keleha egîd û şêran e, lê tiştê ku hatiye serê Şingalê ji lawazîya desthilatê ye û kêm xemxurîya desthilatê ye. Şingalî xwe bo şoreşa Eylûlê feda kirin û ew jî tenê ji bo welat û axa xwe kirine.”
‘Girêdana Êzidiyan a netewî girêdan û îmaneke mutleq e’
Aqilmendê Êzidî dibêje, “Dema Îdrîs Barzanî wextê çû Şingalê, seyara wî ji erdê rakirin û li ser milan birin. Yanî girêdana Êzidiyan a netewî girêdan û îmaneke mutleq bû. Heta niha jî ew îmana wan heye. Li hin sedemên din ên civakî wisa kir ku beşek ji êzidiyan dijberiya hev bikin.”
Ev nivîs 210853 car hatiye xwendin.