Dengbêj Xalîde: Di nav Kurdan de 'dengbêjî' bi jinan dest pê kiriye
PeyamaKurd - Dengbêjî di nav gelê Kurd de, çandeke qedîm e. Gelê Kurd, ji dîrokê heta niha bi xêra dengbêjan qewîmînên dîrok û çanda xwe fêr bûne.
Bê gûman jina Kurd jî ji vê çandê bêpar nema ye. Jina Kurd di çanda dengbêjîyê de xwedî roleke mezin e.
Dengbêj Xalîde derbarê dengbêjiyê û rola jinan di wê hunerê de bersiva pirsên PeyamKurd da.
Dengbêj Xalîde dibêje; Dayik çawa zaroka xwe hînî ziman dike û diparêze dengbêj jî bîrdanka gel e.
Xalîde xanim te çawa dest bi dengbêjîyê kir û çend sal in tu distirî?
Ji zarokatiya xwe heta niha eleqa min bi stranan re heye. Di şahî û dawetan de bi dil aramî tevlî kesên stran distîryan dibûm û min stranên govendê jiber dikir. Bi girêdanek zexm li pey vê çandê bûm.
Lê di malbata me de yên kilam digotin gelek bûn. Jinên me dema diçûn bêrîyê bindarî ango seyranê yan jî berav û qirşikan; di nav jîyana rojane de kilam û stran digotin. Gotinên wan wek qeyda teyîbê dima di mêjîyê min de, ez li ku bama ew gotin bi min re bûn!
Bavê min ez pir piçûk bûm bilura xwe derdixist, wî jî pir baş bilura xwe di guvand. Bavê min dengbêjek ku li pey şopa hemû dengbêjên her çar parçê Kurdistan bû û li ser vê kevneşopîyê gelek lêkolîn û deskeftîyên wek antolojîya dengbêjîyê ya li ser pîya ya zindî bû.
Ji serê sibe heya êvarê carinan em radiketin, hin di teyîbê de bi dengekî bilind dengbêjan bê navber digot, qet dengê dengbêj ji mala me kêm nedibû. Bavê min her dem çi bizanibûya bi me re parve dikir.
Mala me dema xal, xwarzê, ap birazê ku mêvan bihatina wê şevê dibû şevbuhêrk em têra xwe li ber çokê wan di hemêza wan de rûdiniştin, wan jî kilamên xwe digot û davêtin ber hev.
Bivê nevê ev çand wek mîras bi me re hiştin.
Di malbata min de para jinên dengbêj hîn zêde tesîr û bandor li ser min kiriye.
Ji wan gelek kalaman fêr bûm, dengên wan feyîz dida min. Min digot gelo wê rojekê ez ji bikaribim kilama bibêjim.
Xaltîya min dengê wê gelek xweş bû. Pir caran me bi hev re kilam digotin.
Dengê jinên rewanê zêde ez ber bi vê rê de kşand û min dixwest rojek ez jî wisa bistirêm.
Gelo di navbera dengbêjî û stranbêjîyê de çi ferq heye?
Dengbêjî, ji stranên xwedî pîvan û serbest re tê gotin, Stranbêjî ji bo stranên ritmîk û folkorîk tê gotin.
Dayik çawa zaroka xwe hînî ziman dike û diparêze dengbêj jî bîrdanka gel e.
Ji bo zarokekê dayik û zimanê dayikê çi be "Dîwana Dengbêjan" herwiha ji bo gelê kurd heman tişt e.
Ji bo hînbûn û parastina ziman, çand, dîrok û nasnameyê, Dîwan ji bo gelê Kurd asta zanyarîya herî bilind e.
Li ser qewimandina wek çapemeniyê dengbêjî jî berhevkarî û belavok e. Di çanda dengbêjîyê de gotin û lîstik bi şanogerî, bi hestên qewimî di dîwanan de ji gel re têne ziman û bi dengê dengbêjan bîranîn têne şîrovekirin. Bi sedan sal in tên dewir kirin.
Dengbêjî di nav gelê kurd de çandeke qedîm e. Dengbêjên jin çiqasî di nav vê çandê de xwedî gotin in?
Jina Kurd ji dema destpêka dayîktiye ve zaroka xwe di helkanê de yan li ser çoka xwe dike xew û jê re dilorîne. Dayikan wê demê dest bi zargotinê kiriye, lorandine û heya sedsalên 1600an ilmê şerîf di medresa de bi devê jina hatiye gotin.
Jinan di diwanên şahbanûyan de stran û kilam gotine û cur be cur amur lêdane.
Kêngê mêrê kurd bi dagirkerîya Osmanîya di salên 1700an de tên pelçiqandin, serhildan kêngê dest pê dike ji wê demê şûn de dengbêjî ji destê jinan tê girtin û dikeve destê mêran.
Heya vê demê sedî nod û pênc jin dengbêj in di dîrokê de.
Gelo mirov dikare jinên ji bo radyoya Erîvanê standine jî weke jinên dengbêj bi nav bike?
Belê ez dikarim bêjim, ew stranbêjên jin ê radyoya rewanê jinên wê demê, mîna dengbêj bi nav bikim û bi vê jî gelek kêfxweş im.
Gelo jinên dengbêj bi hêsanî dikarin biçin malên dengbêjan? Ango di civatê de pergî bertekên çawa tên?
Gorî dîtina min mala dengbêjan bi mêran tije be jî jin bixwazin dikarin di dîwanan de cihê xwe bigirin. Mêr li her derê mêr in! Di van salên dawîyê de bi rîya deskeftîyên jinên kurd gavek desthilatdarîya mêran daketîye.
Di nav gel de beşek dengbêj bi kêfxweşî pêşwazî dikin, beşek mêran jî yan ji ber dîya wan yan hevjîna wan, dengê jinên dengbêj hez dikin ji ber vê nikarin jê dûr bimînin.
Bi demê re ew jî hêdî hêdî hez dikin.
Li Bakûrê Kurdîstanê herî zêde li kîjan heremê jinên dengbêj hene?
Li bakurê Kurdistanê li herêma botan, Riha û serhedê jinên dengbêj hene. Bi dîtina min eleqa zarok û cîwanan xurt bûye, ez vê dibînim.
Ev nivîs 210932 car hatiye xwendin.