'Di dîroka Kurdan de ziman, çand û serhildan bi meleyan tê naskirin'
PeyamaKurd - Di nav gelê Kurd de kesên ku, xwe wek mirovên oldar nîşan didin û doza neteweperwerîyê dijî olê dibînin gelo di wî warî de çiqas mafdar in, yan neheqîn? Gelo dînê Îslamê ji bo mafê dewletbûnê çi dibêje? Seydayê Mele Nureddîn Yekta di vê mijarê de pirsên PeyamaKurd bersivand.
Mele Nureddîn dibêje: “Ger Kurdên ku dibêjin: ‘Ez oldar im, neteweperwerî ne li gor Îslamê ye’ Wan Îslamê naskiriba wê li gor Îslamê doza mafê xwe bikirana. Îro mafê dewletbûne ji Kurdan re weke şîrê dayikê helal e û erkê Îslamî ye.”
Bi navê Xwedayê Dilovan.
Yekem spasiya we dikim ji boy vê hevpeyvînê.
Ku em bizîvirin pirsa we, ez bawer im dema behsa milletekî tê kirin ziman tê aqilê mirov. Lewra her milletekî bi zimanê xwe jiyana xwe didomîne. Dikarim bu kurtî bêjim ku ger îro hêj zimanê me heye, hêj em pê diaxivin vaya bi xêra Melayên Kurd û dayikên kurda ye.
Gelo ku dibên Mela çi te aqilê mirov? Mela kî ne?
Em tev dizanin ku dema navê mela derbas dibe, mizgeft û hucreyên (medrese) mizgeftan, feqiyên hucran pêra tê aqilê mirov.
Heya mirov heqîqeta medresan nizanibe nikare melayên medresan jî şirove bike. Lewra di medresan da ders bi zimanê kurdî bû, lê gelek ilim wek Hedîs, Tefsîr, Fiqih, Siyer, Eqaîd, Îstiare, Wedi', Hiqûq, Felsefe, Kelam, Mendiq, Edebiyat, Tarîx, Erdnîgarî, Astronomî, dihatin xwendin. Bi vana ra zimanê biyanî jî dihatin derskirin, wekî zimanê farisî, zimanî osmanî...
Ku em li dîoroka kurda dinhêrin çiqas şexsiyetên mezin navdar hene hemî ji van medresan derketine. Wek mînak ku em bêjin; Îmam Xezalî, Selahaddînê Eyyûbî, Îbnî Xeldûn, Îmam Rabbanî, Îbnî Sîna, Farabî, Eli Herîrî, Melayê Cezîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Batê, Ehmedê Xanî, Smaîlî Beyazidî, Şerefxan, Mirad Xan, Siyehpoş, Mewlana Xalid, Mela Xelîlê Sêrtî, Nalî, Hacî Qadirê Koyî, Şeyh Mahmut Berzencî, Şeyh Ubeydullahê Nehrî, Celadet Elî Bedirxan, Şeyh Saîd, Bediuzzeman Saidê Kurdî, Qazî Muhammed, Mela Mustafa Berzanî, Cigerxwîn, Abdurrahman Durre û wekj wan bi hezaran alim û şexsiyetên kurd.
Piştî peymana Şeyx Îdrîsê Bitlîsî û Yavuz Selîm 24 begligên kurd bi dewleta Osmanî ra bûn yek. Lê padîşahên Osmaniyan liser soza xwe neman, hêdî hêdî bi îdara kurda midaxele kirin, xwestîn di şûna mîrên kurda da waliya tayîn bikin. Bi vê minasebetê kurda li hember Osmaniyan serî bilindkirin û ta niha behsa 29 serhiladana tê kirin. Em dikarin bêjîn hemî serokên serhiladan melayên medresan bûn. Wek mînak ku em ji dîroka nêzîk behs bikin, Şeyh Mahmut Berzencî, Şeyh Saîd, Qazî Muhammed, Mela Mustafa Berzanî, hemî jî ji medresan mezûn bûn, hemî jî muderris bûn û di warê welatperweriyê da nîşan bûn û di wê rê da serê xwe danîn!
Tişta herî girîng ew e ku vana her çiqas di serhildana xwe da, biser neketibin jî, wan di dîrok, urf adet, kultur û ziman da tu texrîbatek çênekirin. Piştî van hereketên Milliyên Olî, bi taybet ji salên 1960 virva hereketên çepkî derketin. Îro em dibînin ku çar kurd nikarin werin bal hevdu û bi zimanê xwe nîqaşê bikin!
Di hemî dîroka kurdan da cîyê melayên medresan cîhkî xweser e, ziman çand kultur serhildan hemî bi wan tê naskirin.
Carnan ez û çep û laîkên kurda em diaxivin ez dibêjim yê me Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî heye, yê we Yaşar Kemal e yek rêzek kurdî nenvîsiye!
Ger îro Başûr nîvazad bûbe ew jî xêra siyaseta Mela! Mustafa Barzanî ye.
Gelo li derveyî welat Melayên Kurdistanê di nav xebatên çawa de cih digrin?
Melayên Kurd li Ewropa wek miriya ne. Gelek sedemên wê hene:
a) Melayên li welat medrese xwendibin û melatî kiribîn pirr hindik in li vira. Yên ku li welat ceza dabin wan û derketibin ez sê kesan nasdikim, ew jî em her yek li herêmekî ne.
b) Rêxistinekî hem olî û hem jî millî tuneye. Rêxsitinên din sosyalîost in an demokrat in, ku mela bikevin nava wan, tênê ne û nikarin roleka baş bilîzin, wê tev rêxistinê bin, rêxistin çawa ew jî wisa.
c) Melayên ji boy aborîyê tên û diçin hene, ew jî hinek ji wan di millî görüşê da, hin ji wan di rêxistineka girêdayê hêzeka sosyalîst va ye. Di wir da melatî dikin, çend mehan û dizivirin Tirkiyê. Ewana jî nikarin tu xizmetekî bikin jixwe armanca wan xizmet nîne, aborî ye.
d) Hin melayên wek min hene, kurd in û misliman in. Mixabin yê me jî dest û lingên me girêdayî ye. Em jî di bin anbargoyê da dijîn. Ji tirsa hin rêxistinan kes newêra were bal me rûnên.
Wek hun jî dizanin ku gelê me bi pirrayî ji boy aboriyê hatiye Europa. Ji sedî 99 (%99) kesan liser rêxistinê îfada xwe dane. Min wiha kir dewletê wiha anî serê min û filan û bêvan. Bi vî awahî ji rêxistinê ra deyndar dimînin. Êdî mecbûr in mehane alîkariyê bikin û ji qotina rêxistinê dernekevin nava xwe û rêxistinê xirab nekin, daku rêxistin wan ji civakê tecrîd neke!
Mixabin dema me wiha bê xizmet derbas dibe.
e) Mixabin li Europa her rêxistinek, her dewletek dînê wan cuda ye. Mirov nikare di nava wan da cîh bigre. Ger tu ji baweriya xwe tawîz bidî, bikevî navê jî, tu bandorek tê liser rêxistinê çênabe.
Estexfirullah ez alim nînim tenê xwe şagirtekî medresê dibînim.
Malûm dunya gelek biçûk bûye, ketiye telefonêkê ew jî di nav destê mirov da ye. Em di nava pirsgirêkê da ne. Li welat çi dibe di eynê saetê da em pê dihesin. Her wiha ew pirsghirêk li vir jî heye.
Kurdên hatine Europa pirraya wan jiber aborî hatine. Ruhê netewî di wan da tune. zarok tev asimîle bûne. Kurd û rêxistinên kurda ji boy çareseriya ne asimîle bûne tu xebatekî nakin. Li vir jî komel û berpirsiyarên komelan bi tirkî an erebî diaxivin. Li almanya ger di bajarekî da 14 zarok bêjin em dixwazin fêrî zimanê xwe bin dewlet wê kilasek bide wan, perê ticketa wan jî bide, meaşê mamosta jî bide. Mixabin di bajarê min da herî hindik 1200-1500 malbatên kurd hene, em 14 zarokan niakrin peyda bikin. Berê panzde salan me 14 zarok (3 yên min bûn) peyda kir, dicûn qursa ziman. Piştî 6 meha zarokên min çûn dibistana Gymnasium (lîse) şûna wan vala bû, qurs teribî.
Di civakek wiha de ku rêxistinên kurda nabin alîkar heya dibin asteng, ka mirov dikare ji boy gelê xwe çi bike? Loma dibêjim melayê Europa mirî ne!
Oldarî tiştek e, dewletên nexwe nav oldar tiştek din in. Îro di ser 50 ra dewletên nav "dewletên mislimana" hene, jiber ku gelên wan bi pirrayî misliman in, ji wan ra dewletên îslamî an dewletên mislama tên gotin. Lê rastî ne wisa ye. Lewra bigor Îslamê ew dewleta her çiqas gelên wê misliman bin jî, ku yasa wê (Zagona bingehî/Anayasa) Quran nebe, ew dewleta dewleta Îslamî nîne, jê ra "darulherb" an jî "darulkufur" tê gotin.
Em dikarin bêjin ku ji van 50 dewletî yek hebek jî bi gor Ola Xwedê îdare nabe. Hin ji wan qiraltî ye, hin ji wan sosyalîst in, hin ji wan laîk in ji xwe ra demokrat dibêjin. Lê mixabin tu yek jî ji wan ne demokrasiyê ne jî sosyalîzmê bi rastî bikar naynin. Demokrasî û sosyalîzmê bi gor berjewendiyên xwe yên şexsî û gelê xwe bikar tînin. Ew oldarên kurda li kiryarên dewletên nexwe dewletên misliman dinhêrin zendikin ku esasê îslamê wek wan kiryara ye. Qetlîamên liser kurda dibînîn û yên dikin jî nexwe misliman in, dibên vana emrê îslamê ne û ji olê dûr dikevin. halhale îslam ne ev e. Ger wan îslamê naskiriba wê bigor îslamê doza mafê xwe bikirana.
De baş e îslam di warê mafên mirovan û mafên gelan da çi dibêje?
Bi gor Quran a Pîroz Însan hemî ji Adem û Hewwayê çêbûne. Qencaya tu kes an tu milletekî liser milletekî din tune. Di Sûreyê Hucurat ayeta 13'an da Xwedê dibêje:
"Ey gelî însana me, we ji yek mêr û yek jinekê afirandiye, me we kiriye gel û qebîle daku hun hevdu nasbikin (millet nasnama milleta nasbike, ne ku şexis şexsa nasbikin) û hun baş bizanibin ku qencayî tenê bi teqawayê ye. (Qencên we xwedî teqwayên we ne)!"
Yanî yên pirr ji Xwedê hezbikin ewana nêzîktirê Xwedê ne, mikafata wan jî Xwedê dide, lê di mafên dunyayê da herkes wek hevdu ye. Ji milletekî ra çi hebe an pewîst be, ji hemî milletan ra jî ew heye.
Wek mînak ku em bêjin: Mafê tirk, ereb û ecem û ingilîz û polona xwedî dewletbûn hebe mafê kurda jî heye. Çawa ewana nasnama xwe, çand û kultura xwe, dîroka xwe, zimanê xwe diparêzin gerek ew mafa bidin kurda jî. Lewra hemî ziman li bal Xwedê yek in, Xwedê hemî zimana dizane. Di Sureyê Rûm ayeta 22'an da Xwedê wiha dibêje: "Afirandina esman û erdê, cudabûna ziman û rengên we, ji ayetên (meznaya) Wî ne"
Di Sûreyê maîde ayeta 48, Sureyê Nahl ayeta 93'an da jî Xwedê dibê: "Ger me bixwesta me dikaribû we bikira yek ummetekî."
Naxwe cudabûna milletan, cudabûna zimanan ayetê Xwedê ne, înkar û asîmîlekirina zimanan, asimîle kirina gelan, redkirina ayetên Xweda ne. Xweda yê Teala û Dînê Îslamê giringiyê dide ser ziman û cudabûna milletan, heya emir dike ku mirov lê xwedê derkeve. Îja hinek kurd bi taybet nexwe oldar vê rastiyê nizanin nabînin, bi nezanî netewperweriyê û Ola îslamê dijî hevdu dibînîn vaya xeta ye.
Hemî milletan ji xwe ra dewlet avakirine Îslam dij nebûye, ma gelo çima ji kurda ra dij be? Ger Kurdên ku dibêjin: “Ez oldar im, neteweperwerî ne li gor Îslamê ye” Wan Îslamê naskiriba wê li gor Îslamê doza mafê xwe bikirana. Îro mafê dewletbûne ji Kurdan re weke şîrê dayikê helal e û erkê Îslamî ye.
Ev nivîs 210921 car hatiye xwendin.