Dosyeya Kurd: Kesayetên naskirî 2021 û 2022 ji PeyamaKurd re nirxandin!
PeyamaKurd - Di sala ku me li paş xwe hişt de, li cîhanê me şahidiya gelek rewşan û geşepêdanan kir. Wekî berê dîsa siyaset mijare sereke ya diyarkirina nîzama dinyayê bû. Bi taybet jî pandemiya vîrusa koronayê û vekişîna xelkê bo navmalan pirsgirêka herî bingehîn a sala 2021ê bû, lê li hêla din jî pêşveçûnên polîtîk û aborî jî hebûn. Di 2021ê de siyaset li dora rewşa Sûriyê geriya, lê di mijara Kurdan de jî pêşveçûnên curbicur çêbûn.
Kurd di sala 2021ê de; li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê dîsa rûbirûyî pirsgirêkan bûn. Bi taybet jî êrîş û gefên Tirkiyê yên li ser kurdên Rojava wekî pirsgirêkeke mezin ji sala 2022yan re maye û berdewam dike.
Herwiha gef û dorpêçên Tirkiyê yên siyasî li ser kurdên Bakurê Kurdistanê jî bi heman awayî berdewam dikin. Kurd wekî sala 2021ê di 2022yan de jî li Rojavayê Kurdistanê danûstandinên yekrêziyê bi pêşengiya Amerîkayê berdewam dikin û hevdem gefa DAIŞê jî didome. Rejîma îranê jî zext û zordestiya xwe ya li ser Kurdan didomîne.
PeyamaKurd li ser serboriya Kurdan a sala 2021ê û bendewariyên Kurdan ji 2022yan bi siyasetmedar, rojnamevan, parlamenter û fermandarê hevpeymaniya navdewletî re axivî.
Kesayetên naskirî yên ji PeyamaKurd re axivîn, di nirxandinên xwe yên bo 2021ê de bal kişandin ser ku Kurd di 2021ê de rûbirûyî geşedanên baş û nebaş bûne, lê ji bo sala 2022yan gotin; ‘Êdî pêwîste Kurd derbarê Yekîtî û bidestxistina statuyê de gavan bavêjin.’
Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasîp Kaplan:
“Di nava gelê Kurd de hişyarî û yekîtiyek pir girîng bipêş ket”
“Sala 2021ê li Rojhilatanavîn û li Tirkiyê li hemberî Kurdan bû wek sala êrîş û suîqestan. Li Tirkiyê desthilatdariya AKP-MHPê hem li Rojava hem jî li Başûr, bi wesaîtên esmanî yên çekdarî (SİHA) Kurd qetil kirin. Li Rojava êrîş qet nesekinîn. Lê belê digel vê yekê berxwedaneke meşrû jî çêbû. Li İranê ya rejîma mela jî zextên li ser girtî û mehkûmên Kurdan û digel berdewamiya dayina cezayê darvekirinê, li Tirkiyê bêhtir zext û zordestî yên giran heye. Ji bo girtina HDPê serî li mehkemeyan tên dayin û doz tên vekirin. Weke ku tol û heyfa têkçûna DAIŞê ya Li Kobanê ji wan bistînin, derbarê siyasetmedarên Kurd de li dadgehan dozên Kobanê tên vekirin.
Digel hemû zext û êrîşan jî, di nava gelê Kurd yên Rojava, Başûr, Bakûr û Rojhilat de de hişyarî û yekîtiyek pir girîng bipêş ket. Ez wiha bawer dikim û difikirim ku di sala 2022an de di hilbijartineke mihtemel de li dijî vê desthilatdariya AKP-MHPê ya ku dengên Kurda tune dihesbîne û rûmet û heysiyeta wan diêşîne, wê şîmaqeke mezin û bi bandor li nava çavên wan bixin. Sala 2022an wê bibe sala çûna vê hukûmetê. Di heman demê de ez bawer dikim ku wê ji bo gelê Kurd bibe sala aşîtî û azadiyê.”
Endamê Encumena Serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî:
“Ez dixwazim îsal, Kurd li çar parçeyan azadiya xwe bi dest bixin”
“Sala 2021ê ji bo gelê Kurd ne saleke xweş bû. Ji ber ku ji aliyekî ve vîrusa korona hebû. Pirsgirêkên di navbera me û hikûmeta Iraqê de berdewam in. Li hêla din pirsgirêka PKKê ya li Şengalê jî didome. Ev yek jî, ji bo Kurdan rewşê zehmetir dike. Lewra destûrê nadin ku gelê Şengalê vegerin warê xwe. Dema ku mirov li pisrgirêkên aborî jî dinêrin, pir hindik be jî çareserî çêbû.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di hilbijartinên Iraqê de encamek serkeftî bi dest xist. Li hemberî her hevrikiyê jî rayên xwe zêde kir. Dema em li rewşa giştî ya Iraqê dinerin, rewş ber bi xerabiyê ve dihere. Şiiyan îtifaqk çêkirin, baweriya Sunniyên Kurd bi wan tuneye.
Daxwaz û hêvî dikim, her tişt ji bo Kurdan baş bibe. Lê ji ber gelek sedemên hundir û derve, ev dijwar dibe. Hêvî dikim di 2022yan de pirsgirêk û geşedanên neyînî li ser Kurdistanê bi dawî bibin. Pêwendiyên me yên bi Hikûmeta Iraqê re baş bibin û bigihîje asta pêwîst.
Mixabin Parlamentoya Iraqê di bin bandora Şîiyan de ye û rê nadin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî erka xwe baş bîne cih. Ji ber wê, dixwazim ji bo Kurd di nav gelên cîhanê de cih bigrin yekîtiyek me hebe û Kurd li her çar parçeyan azadiya xwe bi dest bixin.”
Serokê berê yê Şaredariya Sûrê Abdullah Demirbaş:
“Ger em yekîtiya xwe pêk bînin wê dinya jî vê yekîtiyê bibîne”
“Sala 2021ê ji bo Kurda ji aliyekî ve baş û xweş bû, ji aliyekî ve jî xerab derbas bû. Lê belê ya ku me herî zêde xemgîn dike ev e ku navê Kurdistanê hêjî li dinyayê bê statuye. Ji lew em hêjî li ser xak û welatên ne azad in û negihiştine statuyekê. Gelê Kurd li gelek herêman hêjî bi zimanê xwe nayên perwerde kirin û hîjî dîl û hêsîr in. Ev yek dibe ku pirsgirêka siyasî be û dibe ku ya aborî be jî, lê belê ev ne bext û qedera gelê Kurd e. Di vî warî de sala 2021ê ji bo gelê Kurd geşedanên erênî çênebûn. Li hêla din jî, li sersanserê dinyayê digel ku ji bo qencî û başiya Kurda ewqas geşedanên erênî pêktên lê nexasim derbarê yekîtiya xwe de gelê Kurd li hev nayên û ev yek jî birîna me ya herî mezin e.
Ji Şêx Ehmedê Xanî bigrin heta bi Seyda Cegerxwîn, Mela Mistefa yê nemir, Seîd ê Kurdî (Bedîuzeman), Seyîd Riza… me hêj birîna wan pak û rihet nekirî ye. Ev jî kêmaniya me Kurda ye.
Lê belê geşedanên erênî û baş jî çêbûn. Yek ji wan meseleya Başûr e ku hin pêşketinên qenc û baş çêbûn. Li Rojava jî hinek geşedanên erênî rû dan. Evana ji bo me pir girîngin. Ez hêvî û temenî dikim ku sala 2022an di serî de ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bibe sala yekîtiyê. Ger em yekîtiya xwe pêk bînin wê dinya jî vê yekîtiyê bibîne. Ji bo Rojhilata Navîn ger aşîtî û hizûrê bê xwestin, bila ev yek bê zanîn ku bingeha vê yekê ji Kurdan derbas dibe. Divê em hewl bidin da ku dinya jî vê yekê fêm bike. Em vê yekê bidin fêm kirin gelek pirsgirêkên me dê werin çareser kirin û derdê me jî dê derman bibe. Divê em êdî ji bo azadî û statuya gelê Kurd û Kurdistanê hewl bidin û têkoşîn bidin.”
Parlementerê Riha yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûsrettîn Maçîn:
“Gelê Kurd bi biryar berxwedana xwe didomîne!”
“Di sala 2021ê de li Rojhilatanavîn pirsgirêkên Kurda yek ji xala sereke ya medyayê û neketin rojeva siyaseta navnetewî. Di sala 2021ê de dewletê (Tirkiye) berî niha planên xwe yên hedimandin û jihevde xistinê hem li Bakur hem li Rojava û her wiha li Başûr jî hemû rê û rêbazên xwe bikaranîn û xwestin têxin rewacê. Lê em dikarin bibêjin ku bi ser neketin. Gelê Kurd çong li ber nedanîn û serî li ber netewandin. Bi biryar di berxwedan û vê berxwedana xwe jî didomîn in.
Piştî ku em gihaştin dawiya sala 2021ê Tirkiye, dixwaze êş û jana têkçûna xwe ya polîtîkayên derveyî welêt ji Kurdên Rojavayê derxin. Divê herkes li vê yekê biqatebin û bihest û hesas bin. Ji ber vê yekê di sala 2021ê de gelê Kurd ev yek bi herkesî pêdan qebûl kirin: Li Tirkiyê ger guhertinek an jî demokrasî, heq û mafên mirovan û edalet were hêvî kirin divê bila bê zanîn ku ev yek bes tenê bi Kurda dikare pêk were.
Em werin sala 2022an, Tirkiye hem ji aliyê siyaseta navxweyî û hem jî di ser Rojavayê re di amadehiya hemle û gavek nû de ye. AKP ya ku ji bo di siyaseta navxweyî de Kurda li derve bihêle bi sernakeve, dixwaz e bi rejîma Şamê re li Rojava zemîneke tevlihevî û bêistiqrariyê xweş bike. Bi vê zemîna bêistiqrariyê re wexta ku qeyrana aborî û qeyrana birhejmar lê bê zêde kirin, xuyaye ku em dikarin ji niha de bibêjin ku sala 2022an wê ne saleke wiha rihet û aram be.”
Parlementerê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen:
“Pêwiste ku divê herkes ji nû ve rewş nirxandinekê bike”
“Di navbera potansiyela civaka Kurd û kapasîteya pêkanîna siyasetê de cudahî û jihevdûrketineke mezin çêbû. Divê siyasetek bikêr a ku sosyolojiya veguherî û firsendên nû binirxîne, bi pêş keve. Divê aqilekî siyasî yê di refleksên komên teng de asê nemîne bê avakirin. Hewceyî bi pêkanîna eqilekî siyasî heye ku ji sînorên refleks a komî yên teng derkeve. Geşedanên herêmî vê yekê mecbûrî û ferz dike. Ji bo encama bedêla mezin a ku civakê daye bibe destkeftiyên siyaseta demokratîk, divê herkes ji bo vê rewşê nirxandineke nû bike.”
Siyasetmedarê Kurd Rojhat Amedî:
“Gelê Kurd ne bi eql û îdraqa rêxistinwarî, ger bi xeta netewî tevbigere wê bikaribe provokasyonan bê tesîr bike”
“Meseleya Kurd û Kurdistanê, di dewra têkoşîna li hemberê DAIŞê de gelekî bi pêş ket. Digel vê yekê bûye yek ji meseleya herî grîng a dinyayê ku li hêviya çareseriyê ye. Hêzên super/pêşketî ku li dinyayê di gelek mijaran de lihev nakin jî derbarê meseleya Kurd de îşaret dan ku di heman fikrê de ne. Ev yek jî Tirkiye û Îran gelek aciz û nerehet kir. Di sala 2021ê de li Kurdistanê nakokiyên navxweyî yên mewcûd xwestin bêhtir kûr bikin û pêvajoya şer û pevçûnan pêk bînin. Di vê mijarê de hindik be jî serkeftî bûn.
Ji ber ku Tirkiyê di sala 2021ê de bi hinceta PKKê li wir in, êrîş li Başûrê Kurdistanê kirin û ji ber ku têkilî û diyalogên li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribûn, di çarçoveya planên Tirkiyê de hat sekinandin û derengxistin, Kurdan saleke pir metirsî û tehlûke derbas kirin.
Lê belê ji ber ku rayedarên siyasî yên herêma Başûrê Kurdistanê bi aqilê selîm tevgeriyan û bi saya koalîsyona di pêşengiya Amerîka de provokasyon heta deverekê hatin bêtesîr kirin. Lê hê jî metirsî û xeterî bi dawî nebû ye.
Hewceye Kurd di sala 2022yan de bêhtir miqate bin, bi aqil û hesas tevbigerin. Li Tirkiye û Îranê qeyrana siyasî û aborî her ku diçe kûrtir dibe. Ev rewşa xerab bandorek neyînî li gelê Kurd jî dike. Divê Kurd li dijî planên provokasyon û aloziyê hişyar û baldar bin. Gelê Kurd ne bi eql û îdraqa rêxistinwarî, ger bi xeta netewî tevbigere wê bikaribe provokasyonan bê tesîr bike.”
Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu:
“Piştî her zivistanê bihar tê”
“Sala 2021ê, ji bo hemû dinyê weke salake zehmet ket dîrokê. Bi taybetî azarên şewba Koronayê, bandor li hemû dinyê kir. Mirovan gelek azarên aborî dîtin. Kurdan jî weke gelen din ev azar kişandin. Ji wê hêlê, Kurdan bandora aboriya dijwar, ji gelên din bêtir hest kirin. Bi taybetî, li Tirkiyê di nêzikahiya pirsgirêka Kurd de, tabloyek neyînî derket holê. Piştî Pêvajoya Çareseriyê xetimî, gotin pirsgirêka Kurd tuneye. Dûre astengiyên li ser axaftina Kurdî û li dû van kiryaran jî, me kiryarên nîşandana peyva "Kurdistan" weke egera "propagadaya terorê" û destgîrkirinê dîtin. Bi kurtasî, di babeta çareserkirina pirsgirêka Kurd de paşveçûyînek pêk hat.
Li Başûr û Rojava, pirsgirêkên ku PKK û hevalbendên wê bûne sedem dom kirin. Her çiqas di vê mijarê de gelek caran hêviyên pêşketinê û bidestxistina aramiyê çêdibûn jî, ev hêvî gelekî dirêj nekir. Ji ber pratîka lêferzkirina çek û pozberiyê, bêaramî çêbûn. Ji vê rewşê jî herî zêde Kurda zerar dît.
Hêvî dikim di 2022yan de rewş gelekî cuda be. Lê mixabin niha ji bo xweşbîniyê sedemên têr tune ne. Lê dîsa jî em ne bêhêvî nin. Divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, em dev ji hewldanê bernedin û li ser hîmeke meşrû, berxwedana xwe berdewam bikin. Dadmendî zû yan jî dereng, wê rastiyê derxe. Em zanin ku ne şev daîmî şev e, ne zivistan daîmî zivistan e; her şevek, sibehek jê re heye û piştî her zivistanê bihar tê.
Siberoj, wê bibe ya yên ku îro waz li rehetiya xwe tînin û dixebitin. Di 2022yan de, ez di serî de ji gele xwe re dû re ji hemû mirovayiyê re aramî û aştiyê dixwazim.
Parlamentarê berê yê HDPê Altan Tan:
“Ti sedemeke ku mirov ji sala 2022yan xweşbîn be nîne”
“Sala 2021ê bi giştî li Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê ji bo Kurdan baş derbas nebû. Sedema vê ya herî girîng jî nebûna kadroyên kêrhatî, zana û bi taybetî jî nebûna kadroyên dilsoz ên sixûrtîya wan nebe ye.
Qesta ji yekîtiya Kurdan jî li her parçeyekî qebûlkirina hegemonyaya partiyekê ye. Ev jî xebateke vala ye. Ti sedemeke ku mirov ji sala 2022yan xweşbîn be nîne, çimkî partî jî kadro jî eynî ne.”
Berdevkê Berê yê Beşa Leşkerî yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Kolonel Myles B. Caggins:
“Kurd, li Rojava rêber in!”
“Gelê Kurd, di 2021ê de ji bin gelek zehmetiyên weke şewba Korona, aboriya dijwar, zêdehiya mercên keşayî rabû. Ez çaverê me gele Kurd di 2022yan de jî li ber xwe bide. Em li Başûr veberhênana binezasiyan (rê û elektirîk) bibînin, wê gelekî baş bibe. Li Rojava serok, hewla yekgirtina gelek komên etnîk dikin û şerê bi DAIŞê re jî berdewam dikin. Kurdên Bakur ji zextan rizgar bibin, wê gelekî baş bibe.
Di 2022yan de, wê Amerîka di hevkariya xwe ya bi Pêşmerge û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re berdewam be. Hêvî dikim her tişt li gor berjewendiyên dostên min Kurdan bin.”
Rojnamevana Amerîkî Lindsey Snell:
“Hêvî dikim di 2022yan de, di navbera Kurdan de dubendiyên siyasî kêm bibin”
“Li gor Kurda, sala 2021ê sala nediyariyan bû. Ji bo kesên li Rojava, di mehên pêş ê wê salê de, gefa êrîşa Tirka derket holê.
Mixabin, di 2022yan de ev gef berdewam dike. Hêvî dikim di 2022yan de, di navbera Kurdan de dubendiyên siyasî kêm bibin.”
Parlamentarê HDPê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier:
“Em dibînin ku dengên Kurdan zêde dibin”
“Sala 2021ê ji ber pandemiyê wekî tevahiya cîhanê li ser kurdan jî bandoreke nebaş çêkir. Ev jî beşek ji encamê ye. Beşa duyem jî li her 4 parçeyên Kurdistanê, di nav Kurdan de liv û tevgereke berçav hebû.
Bo nimûne li Îranê li ser Kurdên Rojhilat îdamkirina gelek kurdan derket pêş. Îdamên siyasî derketin pêş. Rojavayê Kurdistanê statuya xwe bihêztir kir. Em vê wiha dibînin. Em pêşbînî dikin ku wê Rojavayê Kurdistanê ji niha pêde statuya xwe bi dest bixe.
Ji aliyê destkeftiyan ve dema lê dinêrin; Rojavayê Kurdistanê statuya xwe bihêztir kiriye, statuya Başûrê Kurdistanê jî êdî bûye statuyeke navdewletî. Li Bakurê Kurdistanê jî em dibînin ku HDP bi awayekî cidî siyasetê dike û daxwaziyên Kurdan tîne ziman, herwiha hêzên demokrasiyê li HDPê xwedî derdikevin û HDPê dengê xwe jî zêde kirine.”
Parlamentera Partiya Keskan a Alman û Parêzvana Mafê Mirovan Berîvan Aymaz:
“Kurdan; ji bo jiyaneke azad û bi rûmet hewl dan ku qadên nû yên têkoşîna demokratîk ava bikin.”
Mixabin sala borî ji ber pandemiyê û encamên qeyrana keşûhewayê yên neyînî, li gelek deverên dinyayê bû saleke ku mirovan êş kişand û rûbirûyî neheqiyan bûn.
Bandora van krîzên global bi awayekî berçav li ser kurdan jî çêbû û herwiha wê Kurd ji ber rewşa xwe ya taybet sala 2021ê wekî heyameke zehmet bibîr bînin. Lewra girtiyên nexweş li girtîgehan terkî mirinê hatin kirin, penaber li deryayan xeniqîn û li ser sînoran qefilîn, Kurd hatin îdamkirin, bi binpêkirina hiqûqa navdewletî Kurdên sivîl bi dabezandina sînoran bi dronan hatin qetilkirin, êrîşî saziyan kirin û Kurd dîsa wekî salên berê rastî her cûre binpêkirinên mafên mirovan yên dermirovî hatin.
Lê belê ligel van êrîşên giran jî Kurdan; ji bo jiyaneke azad û bi rûmet hewl dan ku qadên nû yên têkoşîna demokratîk ava bikin.
Ez ji bo sala 2022yan hêvî dikim; destkeftiyên li Rojava û Başûr li ser bingeheke demokratîk werin parastin û pêşxistin, têkoşîna Kurdan êdî bikeve rojeva civaka navdewletî û ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn jî aştîyeke mayînde ya li ser bingeha jiyaneke wekhevî û azadiyê were pêkanîn.
Ev nivîs 210772 car hatiye xwendin.