Dr. Erdal Sîpan: Min xwest civak tiştên sereke yên tenduristiyê bizane
PeyamaKurd - Li Tirkiyê di salên borî de hemwelatîyên Kurd ji ber ku bi tîrkî nizanibûn, li nexweşxaneyan rastî gelek zehmetiyan dihatin û nikaribûn derdê xwe derbibirin. Bes van çend salên dawî keç û xortên Kurd ên xwende çi karê bijîjkî çi karên din ên tenduristîyê bin, ligel nexweşan bi kurdî dipeyivîn ku ev jî bixwe bawerîyekê dide gel.
Dr. Erdal Sîpan yek ji wan kesan e ku bi kurdî xizmetê dide nexweşan û bi pirtûka xwe ya ‘Alîkarîya Destpêkê’ ji hemkarên xwe yên qaqa tenduristîyê re jî bû alîkar. Dr. Sîpan dibejê: “Min xwest zimanê kurdî di qada tenduristiyê de zêdetir bê bikaranîn”.
Ezbenî, te kengî dest bi vê xebatê kir û armanca vê xebatê çi bû?
Ev berhem di encama xebateke 2 salan de derkete holê. Lê du salên têr û tije. Du salên tije êş û zehmet. Di vê xebatê de du armancên sereke hebûn. A yekem min xwest di warê tenduristiyê de civak heta astekê karibe hin tiştên sereke bizanibe. Bi taybetî jî li ser mijara Alikariya Destpêkê. A duyem jî min xwest zimanê kurdî di qada tenduristiyê de zêdetir bê bikaranîn.
Di vê lêkolînê de zehmetîyên herî zêde hatin pêşiya te çi bûn?
Di amadekirina pirtûkê de zehmetiya herî mezin di warê termînolojiyê de derkete pêşiya min. Di destpêka amadekirina pirtûkê de çavkaniyên ku li ser tenduristiyê bi kurdî hatine nivîsandin min hemû berhev kirin û ber çavan re derbas kirin. Lê her çiqas hinek xebat hatibin kirin jî mixabin gelek kêm in. Ji ber kêmasiya çavkaniyên termînolojiyê min di pirtûkê de hinek peyv nû çêkirin û hinek peyv jî di nava gelek peyvên hemwate de neqandin. Kêmasiya termînolojiyê barê min girantir kir.
Peyvên di vê pirtûkê de hene, çiqas ji wan di axaftina rojane de tên bikaranîn?
Piranî peyvên di pirtûkê de hatine bikaranîn peyvên jiyana rojane ne. Min pirtûk neh caran ber çav re derbas kir û her carê naverok siviktir kir. Ji ber ku ev pirtûk bes ne ji bona xebatkarên tenduristiyê, di heman demê de ji bona hemû civakê hate amadekirin. Zimanekî sivik esas hate girtin lê ji bo têgihiştin xurtir bibe ligel dîtbariyan ferhengeke sê-zimanî jî di dawiya pirtûkê de hate bi cî kirin.
Berê kesên ku tirkî nedizanîn, xwe li hember doxtoran gelek piçûk diditin. Îro êdî rewş hinek guherîye. Gelek doxtorên Kurd hene ku bi nexweşên xwe re bi Kurdî dipeyivin. Eleqeya xebatkarên nexweşxaneyan bo pirtûkê çawa ye?
Di serî de xebatkarên tenduristiyê hemû hêlên civakê eleqeyeke mezin nîşanî pirtûkê dan. Çapa yekem di nava mehekê de qediya û çapa duyem derket. Gelek xebatkaran anî ziman ku vê xebatê ew motîve kirine.
Xebateke te ya din a pirtûkan li ser tenduristiyê heye gelo?
Niha li ser nexweşiyên ku di nava civakê de pir tên dîtin, xebatekê dimeşînim. Min niyet e vê xebatê jî wekî berhem bigihînim ber destê xwîneran.
Ev nivîs 210889 car hatiye xwendin.Erdal Sîpan ji barê Wanê yê bakurê Kurdistanê ye û niha li Amedê dijî û bijîşkiya nexweşiyên hinavî dike. Ev derdora 10 salan e kar û barên bijîşktiyê dike. Di sala 2006an de dest bi xebatên ziman kiriye. Ev nêzî çar sal in bênavber di rojname û kovaran de li ser tenduristiyê bi kurdî dinivîse.