Dr. Îbrahîm Surucu: Kurdî êtîmê mirovahiyê û dewletên bawermend e
PeyamaKurd – Tevî hemû astengî û bêderfetiyan jî hewl û xebatên weşanxane û malperên ku pirtukên kurdî çap dikin her diçe zêde dibe. Gelo weşanger û malperên pirtûkfiroşan bi çi helwestê di nav van xebatan de ne û pêşeroja weşanxaneyên kurdî çawa dinirxînin?
Xwedî û berpirsîyarê Malpera kitabakurdî.com û weşanxaneya Loryayê Dr. Îbrahîm Surucu pirsên PeyamaKurdê yên li ser vê mijarê bersivandin.
Surucu dibêje; niha xwendin tunebe jî divê weşanxaneyên Kurdî xwe berdin nav kelepor û klasîkên Kurdî ku çiqas berhem hebin wan çap bikin da ku wenda nebin.
Ezbenî ji kerema xwe re dikarî ji me re behsa çîroka avakirina kitaba kurdî bikî?
Malûm e ku di warê pirtûkan de vê deme krîzek heye. Hem ji bo yên difiroşin hem jî bo kesên dikirin. Ji bo yên difiroşin krîz e, lewre hêj Kurdî wek zimanekî navdewletî mamelê nabîne. Piştî pêvajoya bi navê aştiyê jî kelecana xwe winda kir. Ji hêla xwendewanan ve jî krîz, ji ber nediyarîya pêşrojê ye. Hin caran ez dibînim ciwan, xwendina pirtûkan wek hobîyeke nûwaze dibînin. Bi pirtûkên Kurdî hest û kelîna dilê xwe ditemirînin. Di Kurdî de nediyariyeke nediyarkirî heye. Ciwan dixwazin bi zimanê xwe nivîsan, kitêban, gotarên navnetevî binivîsin. Dixwazin di konferans û sempozyûmên navnetewî de bi Kurdî baxivin angaştên xwe piştrast bikin. Lê mixabin hêj Kurdî wek zimanekî “nayê zanîn” tê bilêv kirin.
Ev krîz bandorê li ser nivîskar jî dike, li ser xwîner jî dike.
Di vê rewşê de me çima kitabakurdi.com ava kir? Lewre ji bo pêşerojê hêvîyên me hene. Ev çend hezar sal in ku di hezaran têkçûnan de jî nekarîne Kurd û Kurdî ji holê rakin, herwiha ji îro pê ve jî êdî tu kes nikare li holê rake. Me jî xwest ku em li serhedê navendeke çandî û ya pirtûkan vekin.
Wekî min gotî divê hêvî nemirin. Di îstiqbalê de Kurdî heye. Divê hezaran kitêbên Kurdî bên çap kirin. Qe nebe fêyde ji xwîner re tune be jî dîsa nivîskar bi vî şiklî hêza xwe ya nivîsînê wenda nake. Wekî din niha xwendin tune be jî divê weşanxaneyên Kurdî xwe berdin nav kelepor û klasîkên Kurdî çiqas berhem hebin wan çap bikin da ku wenda nebin. Niha gelek medreseyên Bakur de sedan berhem hene ku bi tîpên erebî hatine nivîsîn hêj xeberê weşanxaneyan jê tune. Evna xezîneyên Kurdistanê yên pêşerojê ne… Pere hêsan e. Tê qezenç kirin. Lê ger Melayê Cizêrî tunebûya, me serwetek jî belav bikira me dîsa nedikarî em di dîrokê de yek wekî wî biafirînin…
Weşanxaneya Lorya herî zêde kîjan curên pirtûkan çap dike. Di vir de pîvana we çi ye?
Weşanxaneya Lorya li ber siya kitabakurd.comê hêdî hêdî dest bi çapê kiriye. Em di kitêbên çapê de cureyan venaqetînin. Lê divê hêja be, Kurdî be, biskekê fêydeyê bide ziman û çanda Kurdî. Olî , çandî, musîqa, rêziman, folklor hwd. Hemî jî hene. Bi rastî zêde li ser serpêhatî, klasîk romanan berheman dinivîsin. Ev jî Ji ber sedemê êtîmiya zimanê Kurdî ye. Çawa ku gava dê û bavê zarekê tunebe nikare hewl bide û serî rake, eynî wisa jî Kurdî ji ber ku ne zimanê dewletekê yê fermî ye, her tim wek zarokek sêvî xwe dûrî naverokên akademik kiriye. Helbet ez roman, helbest û tiştên din biçûk nabînim. Lê sedem sêwîtî û etîmî ye. Êtîmê mirovahîyê, nemaze êtîmê dewletên bawermend…
Nûpelda berî çend salan bi destê du sê hevalên dilsoz dest bi weşanê kir. Wek zarek sêvî di paxila çend hevalan de hate xwedî kirin. Êdî li ser pê xwe disekine. Ji ber rewşa sîyasî ya Tirkiyê qasekê sekinî. Lê hejmara nû li ber çapê ye.
Huner çand, dîrok, helbest, mijarên Olî, nêrînek Kurdî û Kurdewarî di Nûpeldayê de heye.
Di pêşerojê hest û xeyalên me yên li ser nûpeldayê ev e ku Nûpelda bibe dibistanek ji bo zarok û ciwanên Kurd. Nûpelda wekî navê xwe di hundirê xwe de çîçekek nazenîn mezin dike.. Nûpelda hêvî ye, bal dile me.
Bi rastî ji aliyekî ve dilxweş bûm ku gelek însanên ku Kurdî ji bîr kirine jî dihatin pirtûk dikirîn. Aliyekî din jî gelek kes hebûn ku hêviyên wan hatine birîn. Nedihiştin ku zarokên wan jî nêzîkî pirtûkên Kurdî bibin.
Lê tiştên balkêş û neyên jibîrkirin jî pir bûn. Yek ji wan: ciwanek hebû ku rojê çend caran dihat cem me rûdinişt û alikariya me dikir û ji me re çay û tiştên din dianî. Min got çima tu cem me yî wiha digot: ez hemî fuarê digerim û têm mala xwe. Ez we wekî mala xwe dibînim. Hêvîyek Xurt û hêzek kûr…
Ev nivîs 210876 car hatiye xwendin.