Ekrem Onen: Tirkiye ne ji Kurdan ji dewleta Kurd ditirse, emê bibin şahidê surprîzên nû!
PeyamaKurd - Dewleta Tirkiye li ber çavê Dinyayê bi hinceta ’vekirina Korîdorê û berwedana li hember terorê’ êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê ji 9ê Cotmeha 2019an ve berdewam dike û digel hemû bertek û nerazîbûnên civaka navdewletî jî ranawestîne.
Doç. Dr. Birêz Ekrem Onen li ser vê mijarê bersiv da pirsên PeyamaKurd ku Onen dibêje: ”Bi ya min emê bibin şahidê gelek suprîzên nuh piştî vê operasyona Tirkan.”
Onen herwiha dide zanîn, ”Dewleta Tirk niha ji Kurdan bêhtir ji welatên hatine herêmê ditirse ku ev welat dixwazin dewleteke Kurd li herêmê ava bikin”
Beriya her tiştî dixwazim bêjim ev ne siyaseta AKP an a partîyek siyasî nine, ev ne siyaseta dewleta Tirke. AKP an partîyek din dikare îroj li ser hukum be sibe dikare ji hukum bikeve lê dezgehên dewlet herdem li cihê xwene. Li bakurê welatê me di van 15 salên dawî de ku ew jî HDP raya giştî a bakurê welatê me manupule kirin ku wek ev tiştên ku dewleta Turk çi li hundur çi jî li derve dike, wek ku ne siyaseta dewleta Turke a siyaseta AKP ye. Ev fehm ji binde ne raste û dikarim bêjim ev bi zanetî an nezanetî tê kirin armanc ji vêya ewe ku dewletê paqij derxe û di nav dewleta Turk de tiref girtine. Kurdên bakur dive ji vê fehmê xwe rizgar bikin. Kurdên bakur dive fahm bikin ku Li Turkîyê bi teybet di pirsa Kurdan de çi biryar tên girtin tev siyaseta dewleta Turke ne a partîyek siyasî tenê ye. Pirsa ji bo çi dewleta Turk nuha operasyonek weha kir. Ji bo vêya ne hewceye mirov fîlosof be an xwedî ilmekî mezin be. Pir vekirîye Turkîye ji demek dirêj virdeye vekirî dibê ‘’
Beka sorûnû’’ pirsa bekayê çiye ? pirs ewe: dibê ‘’dewletê biyanî dixwazin li ser hudûdên me dewletek kurdî ava bikin û ev wê bibibe sebeba perçekirina welatê me’’ heger ez misalekê bidim dewleta Turk dibê her tiştê li dinyê ji bo Kurda bên guhertin divê di kontrola me debe.wek mînak. Nuha li Turkû TRT kurdî heyefermî a dewletê ye dikontrola dewletê deye. Lê li Japonya sala borî li Unîveesîtê kursên fêrbûna Kurdî hate vekirin derhal sefîrê wan li Tokyo ji wezareta derve Japonya ınformasyon xwest û ne razîbûna xwe eşkere kir. Çima? Ji ber ku ya li japonya ne di kontrola wan de bû. Ez Turka fam dikim. Ji ber perçe û nufûsa mezin li bakurê Kurdistanê ye. Li kijan qozîya dinyê guhertin ji bo Kurdan dibe ew ji bo xwe wek pirsa beka yê dihesibîne. Heman tişt di wextê xwe de Bulent Ecewît dema serok wezîr bû li Swêd mala zarokan bi Kurdî hate vekirin wê demê jî Turkî ne razîbûna xwe li hember Swêd nişan da, dixwazim bêjim ev ne siyaseta partîya ne a dewletê ye.
Dewleta Turk nuha ji Kurdan bêhtir ji welatên hatine herêmê ditirse ku ev welatana dixwazin dewletek Kurd li herêmê ava bikin. Tevî ew dizanin PYD li dijî dewletek Kurd e. Lê wek min got ew ne ji Kurda ditirsin ji hebûna Dewletên biyanî li herêmên Kurda ditirsin.
Bi ya min tiştê nuha li Rojavayê Kurdistanê dibe encamê civîna 25 hezîrana 2019 ku li Îsraîlê a di navbera serokê îstixbarata DYA û Rûsya de bû. Bi ya min emê bivîn şahidê gelek suprîzên nuh piştî vê operasyona Turkan. DYA û Rûsya proja xweya li hevkirina li Îsraîlê hêdî hêdî pêk tînin. Şaşîtîya Hêzên Rojavayê Kurdistanê ew bû ku ew civîna li Îsraîlê şaş fam kirin û piştî wê siyasetek şaş meşandin. Nuha jî hîn ne derenge her çuqas nuha pozisyoına wan new ek berê baştir be jî. Divê Kurd baş têde bighên bêyî piştgirîya hêzên mezin Kurdnakarin destkeftî û statuyan bi dest xin. Ji bow ê dive herdem siyaseta navdewletî rast bê fam kirin, Kurdan di van 30 salên dawî de dikarîbûn gelk destkeftîyên mezin bi destxistana heger siyaseta navdewletî rast fam kiribana û di wextê xwede firset bi kar bianîna. Kurd dive siyaseteke realist bimeşînin ne bi slogan û populîzmê siyasetê bikin.
Tu berteka Hikumeta Kurdistanê ya li hember biryara dawî ya AKP çawa dibînî?
Berya her tiştî dive em fam bikin hukûmeta herêma Kurdistanê perçeyek huqûka navdewletîye di çarçewa sinorê İraqê de. Gelek caran tiştê ne bi dilê wan be jî mecbûrin bikin evêya em baş di têkiliyên wan bi Turkî û Îranê re dibînin. Bi ya min hukumeta herêma Kurdistanê biqasî dikarin helwestek netewî dipirsa operasyona dewleta Turka a li Rojavayê Kurdistanê digrin. Minaka wê bersîva birêz Barzanî ji boy Tramp û civîna li gel Lavrov ku daxwaz kir Rusya rola xwe ji bo parastina gelê Kurd li Rojavayê kurdistanê bilîze.
Wekî tê gotin em dikarin bêjin Amerîkayê dîsa Kurd bi tênê hiştin?
Bi ya min sıyasetvanê Kurd divê xwe ji fehma ku di têkilîyên nav netewîde dostanî heye rizgar bike. Di têkilîyên nav netewîde dostê daîmî nine, Berjewendîyê daîmî hene,ev tişt bê kêmayî 10 salên dawî bi dehan civîn ,panel, konferans roportajê TVû Radyoda her tim min tekrar kiriye. Ji ber wê divê siyasetvanê Kurd hazirbana ji guhertinên weha çi bi DYA çi bi Rûsya re. Ez ji alî moral de dikarim wan rexne bikim li ji alî sıyasî de na.kes kesî bitenê nahêle berjewendîyên wan doh bi awayekî bû dihate hesabê me îroj bi awayekî dine. Şaşîtîya Kurdan livi çiye ? şaşîtî ewe ku Kurdan dema ev welatana li gel wanin projên xwe pêk nînini firsetê di wext de bi kar nînin.
Di vê rewşê de divê tevgera rêxistinên Kurdan çawa be?
Niha hîn zûye û hin gelek tişt ne eşkere ye gelek suprîzên nuh wê derkevin, Kurd dive ji van suprîzên nuh re amade bin.Tevgera Kurd dive nuha kumê deyne ber xwe û binêre di ku de şaşîti kirin, dikarin nuha çi bikin.
Herwiha divê li rola dewletên herêmê di nava tevgera Kurd de miqate bin, ji bo vêya divê siyaseteke millî bimeşînin. Û heta bikaribin xwe ji dewletê herêmê bi durxin û li rêyên bi van dewletê mezin li herêmê wek DYA û Rûsya re li rêyên hevkarıyê bigerin. Ez bi xwe li dijim ku niha propagandayek xurt diji DYA di nava Kurdan de belav dibe ev ne di berjewendiyên Kurda de ye. Kurd divê sergermîyê nekin.
Em çiqas nêzî dewletên wek DYA, Rûsya û Ewrûpa û durî dewletê herêmê bin emê ewqas nêzî azadîyê bin. Ji ber ku ev dewlet wek DYA, Rûsya û Ewrûpa ti dijminatiyek wan a xusûsî bi kurdan re nîne, berjewendîyên wan hene lê dewletên herêmê xusûsî dijminatîya wan bi Kurdan re heye.
Ev nivîs 210911 car hatiye xwendin.