Emînoglu: Selaheddîn Eyyûbî û Dewleta Eyyûbiyan xizmeta Kurdan kiriye
PeyamaKurd - Girîngiya Selaheddînê Eyyûbî û Dewleta Eyyûbîyan ji bo Kurdan çî ye? Akademisyen Newzat Emînoglu bersiv da pirsên PeyamaKurd ên li ser vê mijarê.
Emînoglu dibêje; “Mezinên miletên din, dewletên wan ên berê ji wan re çi kiribe, Selaheddîn û dewleta Eyyûbî jî ji Kurdan re ew xizmet kirine. Ne kêm ne zêde”
Seleheddîn Eyûbî Kurd e. Tevî ku ev rastîya tê zanînê gelo Kurd jîyana Eyubîyan çiqas dizanin?
Belê Selaheddînê Eyyûbî Kurd e û ji xanedana Eyyûbiyên Kurd e. Vê xanedanê di rêberiya Selaheddîn de dewleta Eyyûbî ava kirine. Selaheddîn û dewleta Eyyûbî ji bo Kurdan semboleke xwebaweriyê ye, semboleke nasnameya mîllî ye, semboleke rûmet û îftixarê ye li hemberî hemû dunyayê. Lewra Selaheddîn bi însaniyet û edaleta xwe li hemû dunyayê tê naskirin. Ev ji bo Kurdan û ji bo xwedannasîn û xwedanpejirandina bi dunyayê îmkan û şansekî mezin e. Lewra di dunyayê de pir hindik kesayet hene ku, bi însaniyeta xwe ve, ji hêla dijminên xwe ve jî bêne hezkirin. Fezîlet û camêrî ew e ku dijmin jî qebûl bike. Di dunyayê de pir hindik millet xwedî vê rûmetê ne. Di serê mîlenyûma 2000î de rojnameya Times ya Amarîkayê hilbijartina deh kesayetiyên mezin ên bi bandor ên di deh sedsalên borî de pêkanî. Selaheddîn di nav van deh şexsiyetan de bû û wek mumessîlê sedsala duwanzdehan hatibû hilbijartin.
Bi qenaeta me gelê Kurd tarîxa Eyyûbiyan bi heqqî nizane. Lewra em Kurdên serdema modern ji tarîxa xwe hatine dûrxistin ji hêla xêrnexwazên xwe ve. Van xêrnexwazan çawa war û welatê me ji xwe re kirine mustemleke û kolonî, her wisa dixwazin şexsiyetên me yên sembol û nirxên me yên tarîxî jî bikin malên xwe û ji bo xwe bikarbînin. Wuhareng dixwazin me ji me, ji kesayetiya me ya dîrokî bikin, bişon; me bêşexsiyet bihêlin. Her wisa ji hêla nezanî û bêtalihiya xwe ve jî em ji paşxaneya xwe ya qedîm dûrketine û li tarîxa xwe neban bûne. Hinek ji me piştî ku diçin welat û dewletên serê wî alî dunyayê û gava dibêjin em Kurd in, ev peyva “Kurd” tavilê Eyyûbiyên Kurd û Selaheddînê Eyyûbî tîne bîra muxatabên wan û behs ji wan dikin û ev Kurdên me hingê Selaheddîn û Eyyûbiyan meraq dikin û dest bi naskirinê dikin. Gelek Kurdên ku bi vî awayî Selaheddîn bihîstine, mereq kirine, paşê xwendine, ez nas dikim. Hetta weşangerekî, naşirekî hêja, xwediyê weşanxaneya Avesta ku gelek pirtûk li ser Kurdan weşandiye, di nivîseke xwe de behsa bîranîneke xwe ya li Çîn û Amerîqayê ya bi vî rengî dike û piştî hingê dest bi mereqa Selaheddîn û Eyyûbiyan kiriye û gelek kitêbên hêja di vê mijarê de daye çapkirin.
Gelên din şexsiyetên xwe yên tarîxî yên herî piçûk dibriqînin, diçilwilînin û jê sembolên tarîxî derdixin. Ji xwe re dikin xerc û xîmên avakirina nasnameya netewî. Hetta nirx û kesayetiyên gelên din ên bêxwedî jî dixin malê xwe û jê îstifade dikin. Bi wan sembolan ve civateke hevgirtî û zîhniyeteke hevpar çêdikin. Di vê dewerana modern de hemû miletên ku nasnameyeke netewî pêk anîne, vê rê û rêbazê dişopînin û bi ser jî ketine. Ji bona wan rastiya bûyerên tarîxî jî girîng nîne. Ji bo wan ya girîng ew e ku pê civat û neteweyekî saz bikin. Mesela ji bo Ereban dewletên Emewî, Ebbasî, Endulus û hwd. Ji bo Tirkan dewletên Selçûk Osmanî û hwd. yan jî şexsiyetên wek Melîk Şah, Alparslan, Ertuğrul Gazî û hwd. Mesela digel ku zimanê Selçûkiyan ê resmî Farisî ye jî Tirk dîsa jî Selçukiyan û Sultan Alparslan wek dewlet û semboleke Tirk dikin xercê nasnameya xwe ya mîllî. Yan jî Osmanî digel ku fikr û armanceke wan a Tirkbûnê tunebû û hetta ji bo Tirkan digotin “Etrakê bêîdrak” yanî “Tirkên bêaqil”. Lê dîsa jî Tirkên dewra modern ew ji xwe re kirin stêrkeke paşxaneya netewî û xwe lê girtin û pê civat û hişmendiyeke hevpar înşa kirin.
Em Kurd divê ji miletên din ders bigrin û xwedî şexsiyet û tarîxa xwe derkevin. Mixabin miletên din hebbeyên xwe dikin qubbe, yanî mêşên xwe dikin gamêş û pê xwebawerî didin nifşên xwe yên nû. Lê em qubbeyên xwe dikin hebbe û gamêşên xwe dikin mêş, bêqedrî dikin û jê îstifade nakin. Yanî gelên din nirx û şexsiyetên gelên din tînin dikin malê xwe û xwe bi wan înşa dikin. Lê em hê nikarin û nizanin li nirx û kesayetiyên xwe yên tarîxî xwedî derkevin. Xwedîderketinê dayne alî, piraniya me hê van şexsiyetên xwe yên tarîxî nizane û nas nake.
Tê gotin ku “Seleheddîn Eyyubî bixwesta dikaribû dewletek Kurdî ava bikîra, lê nekir.” Rastîya vê nêrînê çî ye?
Naxêr, ne wisa bû. Ev nêrîneke xelet e, nirxandineke anakronîk e. Lewra dewletên wê demê, ne li ser navê milet û neteweyan ava dibûn, bîlakîs li ser navê malbat û xanedanan ava dibûn. Mesela Emewî, Ebbasî, Eyyûbî, Merwanî, Osmanî, Selçûkî û hwd. Xanedan ji kîjan miletî bûya, ew dewlet wek a wî miletî dihate zanîn. Şert û mercên wê çaxê û fêm û feraseta wê dewranê wisa bû. Avakarê dewleta Emewî xanedaneke Ereb bû, wek dewleta Ereban dihate zanîn. Xanedana Selçûkî Tirk bûn, wek dewleta Tirkan, xanedana Eyyûbîyan Kurd bûn, wek dewleta Kurdan dihate zanîn. Lewma, teqrîben 700 sal berê, yanî di sala 1257an de dîrokzan û muellîfekî Ereb ê bi navê Ebû’l-Fawarîs Ebdulezîz El Ensarî El Xezrecî navê kitêba ku li ser Eyûbîyan nivîsiye, daniye “Tarîxu’l-Dewletu’l-Ekrad”, yanî “Tarîxa Dewleta Kurdan”. Mîr û hukumdarê Hukumeta Kurd a Bidlîsê, Şeref Xanê Bidlîsê teqrîben 500 sal berê di kitêba xwe ya tarîxa Kurd û Kurdistanê ya bi navê “Şerefname”yê de behsa tarîxa pênc dewletên Kurd ên mezin dike. Yek ji wan jî dewleta Eyyûbî ye.
Esas Selaheddîn li gor şert û mercên wê demê dewleteke Kurd ava kiriye. Lê eger îro em rabin li gor nirx û fikrê îro dewlet û şexsiyetên hezar sal berê binirxînin û bipîvin û bêjin Selaheddîn “çima navê dewletê wek “Kurd” daneniye û hwd?” ev xeletîyeke mezin e. Di lîteratura zanistî de, ji vê nêrîn û nêzîktayîya çewt û şaş re tê gotin “anakronizm”. Yanî tu miletek, dewletek, şexsiyetên xwe yên tarîxî bi fikr û nêrîna îro va napîve û mehkûm nakin. Yanî Tirk nabêjin “Alparslan çima ne zimanê Tirkî, bîlakîs zimanê Farisî kiriye zimanê dewletê yê resmî?” û Alparslan rexne û mehkûm nakin. Anakronîzm bêaqiltî û bêfemiyeke wisa ye ku herwekî tu însanekî hezar sal berê rexne û mehkûm bikî ku ka “çima li teyareyê siwar nebûye yan jî çima telefon, kompîtor bikarneaniye?” Em qismek Kurdên vê serdema modern mixabin di nav vê xeletiyê de ne û li mezinên xwe niheqî dikin û bêqedriyeke mezin dikin. Him tarîxa xwe nizanin û him jî nezanbûna xwe nizanin. Yanî di nav cehaleteke murekkeb de ne, di nav nezanîneke du qatî de ne. Bawerim cesaret û bêperwatiya me ya rexne û mehkûmkirina pêşiyan jî ji ber vê yekê ye. De ka dibêjin cahil cesûr e. Herwekî ku dibêjin “mêrikê mirtib kirine paşa, pêşiyê bavê xwe darda kiriye.”
Lazime ku em nesla nû, sûc û gunehê xwe, encama bêkêrtî û bêxîretiya xwe nevêjin hustiyê pêşiyên xwe û mezinên xwe. Wan wezîfeyên xwe baş kirin û çûn. Îcar em divê, bêyî ku manî û bahaneyan bigerin, wezîfeyên xwe bikin.
Xizmetên Eyubîyan ên li Kurdistanê û ji boy Kurdan baş nayê zanîn. Cenabê te dikare bi kurtahî hinek behs bike?
Mezinên miletên din, dewletên wan ên berê ji wan re çi kiribe, Selaheddîn û dewleta Eyyûbî jî ji Kurdan re ew xizmet kirine. Ne kêm ne zêde.
Gelek gelek xizmetên Eyyûbiyan ên ji bo Kurdan hene. Ji bo vê yekê divê meriv kitêban binivîse. Di vir de em dikarin behsa çend heban tenê bikin. Di serê serî de xizmeta Eyyûbiyan ya herî muhim, pêkanîna wan ya nasnameya Kurd a netewî, dînî û çandî ye. Lewra nasnameya miletan bi nirxên wan ên hevpar, yanî bi muşterekan pêk tên. Eyyûbiyan bi medrese, mizgeft, xan, qela, pire û eserên din ên ku li Kurdistan û coxrayayên din ên alema îslamê çêkirin, bingeha medeniyet, çand û nasnameyeke hevpar danîn di nav Kurdan de. Lewra ew medreseyên ku li Kurdistanê çêkirin, bûne bingeh û binaxeyên edebiyata Kurdî ya klasîk û perwerdehiya bi zimanê zikmakî ji bo Kurdan. Nimûneyên edebiyata Kurdî ya klasîk ên wek dîwan, xezel, qesîde, mesnewî yên di sedsalên 13. 14. 15. 16an de derketin ji qelemên edebiyatnasên Kurd ên wek Eliyê Herîrî, Şukriyê Bidlîsî, Hemîdîyê Amêdî, Cezerî, Feqî û hwd. hemû li ser vî hîm û binyadê peyda bûn. Kitêbên dersê yên bi Kurdî di van medreseyan de bi navê “kitêbên rêzê” wek materyal û çavkanî hatin xwendin. Kitêbên dersê yên bi navê “Serfa Kurmancî” ya Elî Termaxî, “Zurûf” ya Mela Yûnusê Erqetînî, dîsa “Terkîb”a Erqetînî, “Mewlûda Kurdî” ya Bateyî, “Nûbihara Piçûkan” a Ahmedê Xanî hwd. di nav Kurdan de zimanekî nivîskî yê hevpar anî holê. Her wisa di nav Kurdan de çandeke nivîskî peyda bû û li ser kultûra bajarî û bajarvaniyê pêş ket.
Her wiha Eyyûbiyan di nav baweriya dînî ya Îslamî de mezhebên ku ji hêla piraniya Kurdan ve tên şopandin ên Eşarî (îtîqadî) û Şafîî (amelî) wek mezhebên resmî yê dewletê tetbîq kirin. Ev pratîk û paşxaneya tarîxî di nav Kurdan de baweriyeke dînî û mezhebî ya hevpar, muşterek derxist holê. Wuhareng nasnameyeke Kurdan ya li ser ziman, çand û bawerîyê ya hevkelijî, hevpar çêbû. Hukumet û mîrektiyên Kurd ên piştî Eyyûbiyan û eser û berhemên bi Kurdî ên piştî Eyyûbiyan, hemû li ser vê nasname û bingehê derketin û holê û hatin heta roja me ya îroyîn. Ji ber ku qada lêkolîn û xebatên min ên akademîk ên mastir û doktorayê edebiyata Kurdî ya klasîk e û medreseyên Kurdan e, ez di vê qadê de çi lêkolîn bikim, dibînim ku paşxane û binaxeya wê diçe digihêje serdema Eyyûbiyan.
Her wiha li herêma me Serhedê xizmetekî Eyyûbiyan heye ku min gava di çavkaniyên tarîxî de ew xwend, min ji Xweda re şukur kir ku em xwedî pêşî û tarîxeke wiha ne û min bi wan îftîxar kir. Ew jî ev e ku: Dewleta Eyyûbî qismek ji eşîrên Kurdan yên Hekkarî û Cizîra Botan teşwîq û sewq dike bi hêla zozanên Serhedê yên vala ve. Da ku nifûsa Kurdan li coxrafyayeke fireh belav bibe. Ji bo dewleta xwe jî bikin wasiteya ewlehî û parastinê. Lewma her qebîleya eşîreteke Kurd di bin rêberiya alim û şêx û melayekî de dişînin herêma Serhedê. Yanî wilayetên wek Mûş, Agirî, Erzurum, Milazgird, Qers, Îdir, Bazîd, Xunûs, Erdehan, Rewan û hwd. Navên her rêberekî van eşîrên Kurd didin her gundekî Kurdan ên ku li vir çêdikin. Li her gundekî jî li gor metoda mezhebê Şafî û Eşarî medreseyekê ava dikin ji bo perwerde û tehsîla ciwanên Kurd. Mudaxeleyî gundên Ermeniyên Xrîstiyan jî nakin. Hetta gelek Ermeniyên Xristiyan tên li gundên Kurdan bi cih dibin. Mesela gundê me bi xwe jî yek ji van gundan e ku navê wî “Hemzeşêx” e. Ev gundên han ên Kurdan aniha li Serhedê hema bigre li hemberî her gundekî Ermenî yê kevn , cih digrin û bi navên wek “Mele Dawud”, “Mele Bekir”, “Mele Derman”, “Mele Mustefa”, “Melekend”, “Melekork”, “Mele Osman”, “Mele Baqî”, “Mele Xidra”, “Mele Baba”, “Şêx Yaqûb”, “Şêrwanşêx”, “Semerşêx”, “Şêx Îndrîs”, “Şêxweliya” û hwd. Bi sedan navên gundan ên awha bi terkîba “Mela” û “Şêx” hene ku di dema Eyyûbiyan de ava bûne. Hê meriv dikare gelek tiştan bibêje lê di çarçoveya van pirsên girîng û heyatî de evqas îzahat bes e bawerim.
Ev nivîs 210906 car hatiye xwendin.