Fethî Kaya: Pêdiviya Kurdan bi medyayeke netewî heye

Fethî Kaya: Pêdiviya Kurdan bi medyayeke netewî heye

PeyamaKurd – Rojnamevanê Kurd Fethî Kaya ku di medya Tirkiyê de jî xwedî tecrûbe ye, li ser rewşa medya Kurd, daraza Tirkiyê ya li ser cezakirina Kurdan kar dike û heqaretên ji aliyê medya û beşek civaka tirk ve li welatiyên Kurd têne kirin û çend pirsên din ji PeyamaKurd re nirxandin.

Rojnamevan Kaya dibêje; “Medya Tirkî vê cureta heqareta li Kurdan, ji hêza li pişt xwe dibîne. Daraz jî, hezên ewlehiyê jî li pişt wan in û pêşiya heqareta li Kurdan vedikin.“

Ezbenî, li Tirkiyê pîştî ku pêvejoya aşîtîyê têk çû medya tîrkî de li hember Kurdan guherînek neyînî çêbû. Gelo em dikarin bêjin; medya tirkî rasterast li gor sîyaseta dewletê kar dike?

Li Tirkiyeyê, li ser pêvendiyê medya û siyastê her tim niqaş henin. Her tim desthilatdar xwestiye ku medyayê bike bin kontrola xwe. Piştî salên 1990’an pêvendiya medya û siyastê zêdetir bû. Di salên 1990’an de, li Tirkiyeyê medya kete destê patrona. Berê rojname di destê rojnamegeran de bûn. Piştî salên 1990’an karsaz bûn xwediyê medyayê. Navanda medyayê ji Bab-i Ali ya Sirkeciya Stenbolê barkir çû Îkîteliya Stenbolê û di avahiyên bilind û mezin de karên xwe meşandin. Tenê ne rojname, qenala televizyonê, radyo, kovar, ajansa nûçe her wiha, di gişî warê medya û weşangeriyê de faaliyet meşandin.

Êdî xwediyê medyayê karsaz bûn, şîrketê wan, bankayê wan hebûn. Ji bo ku, ji dewletê îhaleyan bigirin, medyayê wek çek û gef bikardihaniyan. Lê dîsa jî dengeyek hebû. Rojnameyek wan em bejin weşana demokrat dikirin, rojnameya dinê pêwendiyê wî bi desthilatariyê re baş bûn.

Mesela Aydın Doğan bi rojnameya Radikalê ve polîkayek demokrat dimeşandin û hikûmetê rexne dikirin, bi Hurriyetê alîgiraya desthilatdariyê dikirin ji hêla din ve Milliyet jî di ortê de bûn.

Dinç Bilgin hakeza dîsa wisa bû. Rojnameya Yeniyuzyıl wek demokrat xweyan dikirin. Rojnameyên wê yên din pêwendiyê baş bi siyasetê re dimeşandin.

Lê îro rewş bi tevahî cûdatir e. Medya bi tevahî ketiya bin destê desthilatdariyê. Pêşî TMSFê dest da ser gelek şîrketên medyayê, paşê jî Îktidarê van şirketên medyayê yek bi yek firote karsazên nêzîkê xwe. Peyva “Havuz Medyası” û “Yandaş Medya” di vê demê de derket holê. Holdînga Çalık û Demîrören bi pereyên dewletê ku ji bankaya dewletê qredî girtin û yekê medyaya Doğan, ya din jî Medyeya Dinç Bilgin stendin. 

Medya îro bi devletê  xwedî dibe. Hikûmet reklam û îxaleyan li wan belav dike. Ew jî bûne wek berdevkê hikûmetê. Mirov li dijî hikûmetê nûçeyek nikarğ di medya Tirkeyeyê de bibîne. Lêbelê tenê ne menfat e, tirs jî heye.

Ji seba ku medya bûye weşana hikûmetê û berdevkiya hikûmetê dike, li gor politikaya hikûmetê tevdigere. Di dema pêvajoya aştiyê de, bayek êrînî dihat, hikûmetê peyamên êrînî didan, medyayê jî, bi nêrînek êrînî weşanên xwe dikirin. Îro jî hikûmet êrîşê Kurdan dike, medya jî wek berdevkê hikûmetê wasifeya xwe bich tîne.

Gelo rojnemavanên Kurd ên li medya Tirkî de kar dikin, di nav şert û mercên çawa de dixetibin?

"Li Tirkiyê ji bo Kurdê ku Kurdbûna xwe tawizan bide re ti pirsgirêk tune ye'

Ji bo Kurdekî welatperwer ku, di meselaya Kurdî de hinek hesas be, ne tene sektora medyayê, giştî qadê jiyanê jê re zehmet e. Heke Kurdek apolîtîk be û têkiliyê wî bi siyasetê re tune be. Daxwaza mafên rewa yên Kurdî neke, hinek esnek be û karibê tawîz bide, tu pirsgirêk jê re tuneye. Wek ew jî dibêjin, dikare bibe wezîr jî û bibe serokwezîr jî. Pirsgirêk bi daxawza mafan destpê dike.

‘Di medya Tirkî de Kurd hene, lê bi fikrê xwe Kurd nemane’

Di seketora medyayê de, nûçegihanek nikare li dijî politikaya weşana saziya xwe tev bigere. Di ser de, edîtoryal û redaksiyon heye, nûçeya ku nûçegihan amede bike mutlak tê sansorkirin an jî, di çarçoveya polîtîkaya weşana saziyê de ji nû ve tê amede kirin.

Mixabin di medya Tirkî de rojnamvanên ku bi eslê xwe Kurd in henin, lê yên ku bi fikren xwe Kurd in gelek neman. An ji kar hatin avêtin, yan jî hatin girtin. Yên ku bi eslê xwe Kurd in, hêj jî li ser karê xwe nin û ji bo wan ti pirsgirêk nîne.

Di bernameyên televizyonan de, çand sal berê mîrov dikaribû fikrên alternatîf guhdarî bikirana. Lê niha tu Kurdek ku derkeve bernayek televizyonê û mafên Kurdan biparêze tuneye. Bang nakin û cih nadên Kurdek wisa. Çand kes man ku her tim derdikevin bernayan ew jî, jixwe ji seba ku li dijî berjewendiyên Kurdan diaxifin cih didin wan.

Lê medya sektorek cûda ye. Di sektorek din de, heke tiştek were gotin, dikare were jibîrkirin, lê medya wisa nine. Çi were gotin û were nivisandin wek belgeyek di arşîvê de cihê xwe digre. Kî çi bêje û binivsîne wê rojek derkeve hemberê wî.

Van rojên dawî televîzyonên Tirkî de êdî bi aşkera li kurdan heqaret tê kirin, herî dawî rojnemevanê naskirî Fatih Portakal ji bo Pêşmergeyên qeyreman got: “terorîst” gelo gelê Kurd li hember van êrîşan têra xwe bertek nişan dide?

Her çiqas di van rojên dawî de, bi heqareta Portakal ev mesele were rojevê jî, ev pirsgirêka ne îro ye, ji dîroka Komarê Tirkiyeyê destpê dike. Di dema şerê Şêx Said de, di Dersimê de, Zilanê de jî wek zimanê îro bikar dihaniyan. Ji bo Kurdan digotin eşqiya û hekaret dikirin.

Her tim li hemberê rêber û mezinên Kurdan bêhûrmetî û bêedebî kirine û li wan hekaret kirine.

‘Cureta heqareta li Kurdan ji hêza pişt xwe dibînin’

Em di sînemaya Tirkan de jî vê yekê dibinin. Xwezî li filmên salên 1970’an, xwezî li rêzefilmên ku niha tên amedekirin binêrin, hûnê heqeret û piçûkdîtina li ser Kudan bibînin. Li dîroka sinemaya Tirkan binêrin, karekterê Kurd her tim nezan, cahil, diz, eşqiya, yanê karekterê xerab e. Di rêzefilmên ku îro tên amedekirin de jî heman karektera Kurd bi heman şeklê mîrov dibîne. 

Ev cûreta heqareta li Kurdan, ji hêza li pişt xwe dibînin. Daraz jî, hezên ewlehiyê jî li pişt wanin û pêşiya heqareta li Kurdan vedikin. We heta îro li Tirkiyeyê tu car bihistiye ku kesek, ji seba li Kurdan heqaret kiriye di darazê de hatiye cezakirin. Me êdî dev ji heqaretê berda, êrîş û kuştina Kurdan jî li Tirkiyeyê nayê cezakirin.

Çendeyek berê bûyera ku li Çanakkaleyê qewimî hêj di rojevê de ye. Kalek 70 salî di nexweşxanê de, ji seba ku bi jina xwe ya nexweş re bi Kurdî axifî êrîş bi ser da pêk hat û serê wî şikandin. Êrîşkar piştî îfadeyên li qereqolê hate serbest berdan.

‘Çanda boykotê di nav kurdan de nîne’

Di rewşa îro de, bi rêya hiqûqî tu feydaya bertekê nîne. Dema daraz meseleyekê çareser neke, divê mîrov bi destê xwe ceza bide ku were fêmkirin, heqaret û êrîşa Kurdan wisa hêsan nîne, cezayê wê heye.

Ceza çiye? Yek ji cezayen boykot e. Lê mixabin çanda boykotê di nav Kurdan de nîne. Em diçin ji dijmin û êrîşkarên xwe danûstandin dikin. Divê mîrov têkiliya xwe qût bike. Gelo ji seba heqareta li Peşmergeyan çend Kurd ji televizyona xwe qenala Foxê jêbir. Ez bawer nakim ku ti kesek bi serê xwe bertekek wisa nîşan dabe.

Ji hêla din ve, bertekên herî mezin û bandordar, bi rêya Saziyên Sivîl yên Civak û Partiyan pêk tê. Mixabin ew jî têra xwe eleqe nîşanê heqareta li Kurdan nadin.

Gelê Kurd, herî zêde medya tîrkî, an medya Kurdî dişopîne û çiqasî di bin bandora medyayê de dimîne di wî warî de çavdêrîyê we çiye?

Niha em Kurd jî, êdî asimilasyona bi rêza xwe û ji ber xwe ve didomînin. Em xwe bi xwe, xwe asîmîle dikin.

‘Tirkî tê xwendin, lê Kurdiya heman nûçeyan nayê xwendin’

Em vegerin pirsa we, mixabin li Bakûrê Kurdistanê zêdetir medya Tirkî tê şopandin. Mesela malperên nûçeyan ku bi Kurdî û Tirkî weşan dikin binêrin, hûnê bibînin ku heman nûçe di malpera Kurdî de çiqas hatiye xwendin? û bi Tirkî çiqas hatiye xwendin?

Gelek sedemê wê henin, lê ez dixwazim li ser kimasyên medya Kurdî bisekinim.

Em dema qala medyayê bikin, tenê em nûçe nefikirin. Dibe ku nûçe zimanê wê giran be, Kurd jî, ji seba ku perwerdehiya bi Kurdî nedîne, ziman ji wan re zehmet were, lê çima film û bernameyên din temaşe nakin?

Karê medyayê biha ye, ji bo ku filmên xweş, rêzefilmên xweş werin tamaşekirin bên çêkirin, produksîyon û bûtçeyek mezin lazim e. Lê mixabin bi qenalên Kurdî re ewqas pere nîne. Dixwazin bi erzan, tiştek amator amede bikin. Bernameyên amator jî kîtleya wan diyar e, ewqas berfireh nîne.

‘Mixabin medya Kurdî ne milî ye’

Ez dixwazim bi taybetî li ser kêmasiya medya Kurdî ya jê hêla netewperwerî bisekinim. Mixabin medya Kurdî ne mîllî ye. Bi hêstîyarîya neteweyî tevnagere. Li gor berjewendiyên partiya xwe tevdigere.

Ji xwe Medya Kurdî ya ser bixwe nîne. Medya PDK, medya YNKê, medya PKKê, medya Goran, medya AKPê heye. Giştî wan jî berjewendiyên partiya xwe bi ser berjewendiyên neteweyî digrin.

Kurdan di şerê li dijî çete û terorîstên de, bi deh hezaran şehîd dan. Kurd bi terorîstên hovî re şer dikin, lê medya Kurdî hêj ji wan çetayan re dibêje çekdar. Hêj di medya Kurdî de, ji bo terorîstên DAIŞê çekdar tê gotin.

Qaşo ev yekê jî di çerçovaya objektîftiyê de bikar tînên. Objektifî di meseleyên neteweyî û derve de hawce nîne. Heke tu medya Kurdî divê hêla te diyar be. Hêla te jî hêla berjewendiyên Kurdan e.

Objektîfî divê di meseleyê nav xwe de were bikar anîn. Mînak, medya divê di meseleya navbera PDK û PKKê de, anjî di pirsgirêka navbera YNK û PDKê de objektif be.

Zimanê ku medya PDKê û PKKê li hemberê hev bikar tînin, li hemberê dijimên xwe bikar naynin. Divê medya Kurdî di mijarên derve de, objektîf nebe, berovajî wê alîgir be.  

Bila hinek medya Tirkî ji xwe re wek mînak bigirin. Di meseleyên derve de, çawa tev dibin yek, bila bîbînin.

‘Divê Medya Kurdî wek dibistanekê tevbigere’

Ez dixwazim hinek li ser erka medyayê jî bisekinim ku, were fêmkirin gelo medya Kurdî van wazifeyên xwe çiqas bicih tîne.

  1. Nûçe û agahî. Divê medya civakê bi nûçeyan û agahiyan ve agahdar bike.
  2. Yek ji erka medyayê jî kontrol e. Medya divê li ser navê gel, rêvebir û desthilataran qontrol bike
  3. Parastina çand û dîrokê jî yek ji wazifeya medyayê ye.
  4. Şahî û kêfxweşkirin. Wazifeya medyayê ya din jî kêfxweşkirina mîrovan e. Divê mîrov dema xwe bi kêfxweşî derbas bike.
  5. Li gor min wazifeya medyayê ya herî giring perwerdehiye. Medya divê mîrovan bi taybetî jî zarokên ku mezin dibin, hişmendî û jêhatiyên wan pêş ve bibe. Bi bernameyên xwe ji bo perwerdehiya zarokan alîkarî be. Medya divê wek dibistanek tev bigere. Jixwe dibistanên Kurdan nîne. Ji ber vê yekê medyayên Kurdî divê ev rola dibistanê bigrin ser xwe. Ji bo xûrtkirina hêstên neteweyî bernameyan amade bike.

Pirsa dawî; gelo li Tirkîyê medyayek emuxalif heye?

Belê li Tirkiyeyê medya mixalîf heye û pir xurt e. Ew jî medya civakî ye. Lê mixabin Kurd bi şiklek organîze bikar naynin.

Li Tirkiyeyê ku jê ra medya kevneşopî tê gotin, wek televizyon, radyo, rojname û her wiha gişî di bin qontrola desthilatarê de ne. Rojnamevanên mixalîf hatin girtin an jî, ji kar hatin dûrxistin. Bi dehan saziyên medyayê bi biryara KHKyê ve hatin girtin.

Ji ber vê yekê, raya giştî tene dikare li ser medya civakî ji hin rastiyan agahdar be. Her çiqas her roj bi dehan kes, ji seba parvekirinên li ser twitter û facebookê werin binçav kirin jî, hêj bandora medya civakî gelek zêde ye. Rojeva Tirkiyeyê êdî li ser medya civakî diyar dibe.

Heke ne ji medya civakî bana, wê ti haya me ji êrîşa li ser Rojava tunebûya. Hin hesabên twitterê henin ku, şopînerên wan ji tiraja gelek rojnameyên mezin, zêdetir e. Ev yek jî belavkirina agahiyan hêsantir dike. Ji bo vê yekê jî divê Kurd, li ser medya civakî hev bişopînin. Aboneyên qenalê Youtubê bibin, bi şiklek organize medya civakî bikar bînin.

Lê belê di medya civakî de, manipülasyon û provakasiyon jî gelek zêde nin, divê mîrov li hemberê wan jî haydar be.

Ji bo ku te pirsên me bersivandin gelek spas.

Spas xweş. Ez jî spasiya we dikim.

Ev nivîs 210876 car hatiye xwendin.