Frantzman: Heya bi kêr were wê piştgiriyê bidin HSDê û dûre jî…
PeyamaKurd TAYBET - Ragêşiya li Rojhilata Navîn her ku diçe zêdetir dibe. Di sala 2014an de, şerê navxweyî yê Sûriyê û êrîşên rêxistina terorî ya DAIŞê kir ku aktorên mezin bêne herêmê û di encamê de jî bi pêşengiya Amerîkayê, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hat damezirandin. Di dawiya sala 2019an de Hevpeymaniyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li hemberî DAIŞê serkeftina xwe ragihandin. Rûsya, piştgiriya rejîma Esed dike û ev yek jî dike ku ragêşiya li herêmê zêdetir bibe. Piştre jî Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê li dijî Kurdan êrîş dan destpêkirin û van êrişan di rojeva cîhanê de jî cî girt. Îro li herêmê rojeva serekî Idlib e. Hêzên Esedî bersiva êrîşên Tirkiyê dide û li herêmê bi pêş de diçe.
Edîtorê The Jerusalem û analîstê Rojhilata Navîn, Seth J. Frantzman, ji PeyamaKurd re derbarê Îdlib û Rojava da, helwesta Amerîka, Rûsya û Tirkiyê de daxuyanî dan û nirxandinên girîng kirin. Frantzman diyar kir ku dê li Îdlibê şerekî din çênebe û Tirkiye û Rûsya bi awayekî rêkbikevin.
Rûsya dixwaze berpirsyariya alîgirên tundrew ên li Îdlibê bixe stûyê Tirkiyê. Tirkiye jî dixwaze bi serpereştiya Enqerê nîşan bide ku ji heqê vê qeyranê û van hêzan dertê.
Herwiha Tirkiyê ji bo ku zêdetir piştgiriyê ji Amerîka wergire dixwaze li Îdlibê biêşe. Li gorî wê yekê dê Rûsya bi Tirkiyê re li Îdlibê agirbesteke din îmze bike.
Li Îdlibê herhal dê şerekî din pêk neyê. Çimkî gelek xalên hevpar ên Tirkiyê û Rûsyayê li Sûriyê hene û Enqere şerekî mezin naxwaze.
Bi ser de jî, di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de rêkeftina S-400an û Projeya Herka Tirkiyê heye ku projeyên mezin û gelek girîng in.
Di heyamên pêş de, dibe ku Tirkiyê sedema piştgirîdana xwe bo hêzên wekî HTŞê li Îdlibê bi polîtîkayên rejîma Sûriyê ve girê bide.
Amerîka dixwaze hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne. HSDê ji bo kontrolkirina girtiyên DAIŞê Amerîkayê bi kar tîne. Her ku diçe Amerîka wisa tevdigere ku pêwîstî bi HSDê nemaye, wisa dide xuyakirin. Aniha Amerîka dixwaze HSDê li Sûriyê (bi taybetî li dorhêla çemê Ferêt) li hemberî Îranê wekî hêzekê di destê xwe de bihêle.
Amerîka di daxuyaniyên xwe de diyar dike ku hevkariya wan a HSDê demkî ye û taktîkî ye. Li gorî vê nêrînê, wisa dixuyê ku Amerîka dema hewcedariyê bibîne dê piştgiriya HSDê bike û paşê jî tê wê wateyê ku dê bi rejîma Sûriyê û Rûsyayê re li hev bike.
Tirkiye bi serdana Lîbyayê dixwaze bide nişanda ku di polîtîkayên Deryaya Spî û Efrîqayê Başur de xwedî hêz e. Hewil dide bi Misir, Erebistan Siûdî û Îmaratan re rûbirû bimîne. Ji aliyê din ve bale dikşîne ser mafên enerjiye li Deryaya Spî û bi vê yekê Yûnanistanê û hetta Îsraîlê sor dike.
Ev yek bandorê li Rûsyayê jî dike, ji berk u Rûsyaê piştgiriyê die Xelîfe Hefter. Tirkiye bi kerta Lîbyayê dixwaze bandora Rojavayê li ser Rûsyayê kêm bike.
Potansiyela Tirkiye heye ku manewrayan bike û peyamanan girê bide. Tirkiye bi zanebûn, bi her du vebijarkan toleyan li ser Ewropayê çêdike.
Ji aliyê din ve min divê bibêjim ku hikûmeta Tirkiyê ya niha di nava qeyranan de ye û di çend mehên pêş de hewcedawiya wê bi ‘misyoneke populîst a leşkerî ya nû’ heye. Eger bi baldarî lê were nihêrtin, ji xwe Lîbya di mehên Berfanbar û Çile de, di meha Sibatê de jî Îdlib, wekî qeyranekê li pêşberî me bûn.
Edîtorê The Jerusalem û analîstê Rojhilata Navîn, Seth J. Frantzman kî ye?
Frantzman, derbarê rûdan û pêşhatên li Rojhilata Navîn lêkolînan dike. Ew derbarê mijarên wekî ewlekariya herêmê, pirsa Kurdî, koçber, dîroka herêmên pîroz, siyaset û mijarên aktuel lêkolînan dike û nivîsan diweşîne. Herwiha wî li Iraq, Tirkiye, Urdin, Misir, Senegal, Îmarat, Ukrayna û Rûsyayê xebatên herêmî û meydanî kirine. Dr. Seth J. Frantzman kitêbeke bi navê ‘Piştî DAIŞê: Ji bo Amerîka, Îran û Rojhilata Navîn Têkoşîn’ nivîsiye.
Ev nivîs 210870 car hatiye xwendin.